YPG: Du çeteyên El-Nusra hatin kuştin

Fermandariya YPG’ê ya Taxa Şêxmeqsûd bi daxuyaniyê diyar kir ku hêzên wan li dijî çeteyên El-Nusra û hevkarên wan 2 çalakî pêk anîn.

Fermandariya YPG’ê ya Taxa Şêxmeqsûd bi daxuyaniyê diyar kir ku hêzên wan li dijî çeteyên El-Nusra û hevkarên wan 2 çalakî pêk anîn. Fermandariyê destnîşan kir ku di her du çalakiyan de 2 çete hatin kuştin û yek birîndar bû, her wiha wesayîteke çeteyan hate rûxandin.

Fermandariya YPG’ê ya Taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi daxuyaniyekê nivîskî diyar kir ku Taxa Şêxmeqsûd hîn rastî êrîşên komên çete yên Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û Nûrdîn El-zengî tê.

Di berdewama daxuyaniya fermandariyê de hate destnîşankirin ku hêzên YPG’ê piştî nîvê şevê saet di navbera 01.00 û 03.00’an êû di çarçoveya bersivdayîna li dijî êrîşên komên behsa mijarê 2 çalakî li dijî çeteyên behsa mijarê pêk anîn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çalakiya yekem li ser rêya giştî ya Çerxeriya Cendûl ya li rojhilatê Taxa Şêxmesûd pêk hatiye û di encamê de 2 çete hatin kuştin û yek birîndar bûye.

YPG’ê got ku di çalakiya 2’emîn de jî hêzên wan li ser rêya Kastêlo ya li bakurê Şêxmeqsûd wesayîteke çeteyan a doçka li ser derb kirin.

Fermandariya YPG’ê ya Helebê di dawiya daxuyaniyê de soz da hemû şêniyên Taxa Şêxmeqsûd ku wê bi hemû hêza xwe û heta dawî parastina taxê bikin.