Terora AKP'ê li Bûenos Aîresê hat protestokirin

Terora ku hikûmeta AKP li Kurdistanê dimeşîne, li paytexta Arjantîn Bûenos Aîresê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.

Li ser banga Komîteya Piştgiriyê ya Kurdistan-Latîn Amerîka, gelek kes li meydana Obelîsco hatin cem hev, îlanên xwerêveberiyên li Cizîr, Gever, Sûr û Elkê silav kirin û terora hikûmeta AKP'ê şermezar kirin. Hejmara çalakgeran bi beşdariya komên hawirdorparêz re 2 hezar derbas kir. Di çalakiyê de berdevkên Komîteya Piştgiriyê û nûnerên Tevgera Jinên Kurd axivîn.

Di axaftinan de bang li gelên Arjantîn û tevahiya Latîn Amerîkayê hat kirin, ku destekê bidin Tevgera Kurd a li dijî DAIŞ û AKP'ê têdikoş e.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmên "Bimirine dewleta faşîst a Tirk", "Bijî Berxwedana Cizîrê" û "Bijî Şoreşa Rojava" hatin qîrîn.

...