Aktîvîteya piştevaniya bi HDP’ê re destpê kir

Li Leverkûsen bi tevlîbûna hezaran kesan aktîvîtiya piştevaniya bi HDP’ê re destpê kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê  Selahattîn Demîrtaş, li Arenaya Smîdt a bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê wê xîtabî hezaran kesan bike. Aktîvîteya ku bi dirûşma, 'Bi HDP’ya partiya gel û baweriyan re piştevanî’ hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

BERXWEDAN HATIN SILAVKIRIN, JI OCALAN RE AZADÎ HAT XWESTIN

Girseya tevlî aktîvîteyê bû, berxwedana gel û xwerêveberiyên li Cizîr û Kurdistanê silav kirin û dirûşma, “Şehîd namirin” qîr kir.  

Di aktîvîteyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket pêş. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li ser navê Federasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropa Huseyîn Mat, Parlamenterê Partiya Çep a Elman Matthîas W. Bîrkwald wek axaftvan tevlî aktîvîteyê bûne.

Ji bajarên Koln, Dûsseldorf, Bonn, Dortmûnd, Dûîsbûrg, Essen, Wuppertal jî gel tevlî aktîvîteyê bûye.