Cenazeyê Alya hat veşartin
Cenazeyê Alya Temel a li Elkê ji ber topbarana leşkeran jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.
Cenazeyê Alya Temel a li Elkê ji ber topbarana leşkeran jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.
Cenazeyê Alya Temel, ku duh li navçeya Şirnex Elkê ji ber topa hawanê ya leşkeran li mala li gundê Setkarê ket jiyana xwe ji dest da, li Edeneyê hat veşartin.
Cenazeyê Temel a ku ji bo cejnê çûbû Elkê, lê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin, danê vê sibehê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat wergirtin û anîn Edeneyê.
Cenazeyê Temel li Goristana Kuçukoba, piştî bicihanîna wecîbeyên olî hat veşartin.