HDP: Divê AKP were ser hişê xwe!

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Beştaş diyar kir ku hewldana AKP'ê ya 'veguhastina sindoqan' sûc e. Beştaş destnîşan kir ku ev hewldan, ji bo hiştina HDP'ê di binê bendê de, nîşaneya hîleyên nû ye.

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Beştaş diyar kir ku hewldana AKP'ê ya 'veguhastina sindoqan' sûc e. Beştaş destnîşan kir ku ev hewldan, ji bo hiştina HDP'ê di binê bendê de, nîşaneya hîleyên nû ye. Beştaş ragihand ku tevî her tiştî jî wê gel dengê xwe bi kar bîne. Beştaş banga hişyarî û baldariyê li raya giştî ya demokratîk kir.

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê û Parlamentera Edeneyê Mertal Daniş Beştaş, li ser hewldana AKP'ê ya 'veguhastina sindoqan' daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Beştaş anî ziman ku AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên nekarîn encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê qebûl bikin, fêm kirine ku bi rêyên qanûnî û demokratîk nikare bi tena serê xwe bibin desthilatdar.

Beştaş da xuyakirin ku, li pêşiya desthilatdariya AKP'ê, astengiya herî mezin HDP û dildarên wê demokrat, mirovên xwedî wijdan û gelên Tirkiyeyê yên haya xwe ji berjewendî û mafên xwe heye, ne.

'NÎŞANEYA HÎLEYÊN NÛ'

Beştaş got, "AKP, tevî pêkanînên xwe yên îdarî û polîtîk ên ji bo astengkirina vîna gelan, niha jî hewl dide bi lîstika veguhastina dengan bigihêje armanca xwe.

Di hefteya derbasbûyî de Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Cizîrê biryar da ku hema hema temamiya hilbijêrên Cizîrê werin veguhastin û bi vî rengî mora xwe avêt binê sûc û skandalekê.

Beriya her tiştî desteya hilbijartinê bi awayekî vekirî sûc dike. Ev biryar nîşan dide ku wê di 1'ê Mijdarê de hîleyên nû bikevin dewrê. Cizîr bi awayekî taybet hatiye hilbijartin. Bi vê biryarê re hewl tê dayîn sebra gelê Kurd bifûrînin, rê li ber provokasyonên nû vekin û nehêlin gel biçe ser sindoqan."

'HÛN SINDOQÊ BIBIN QESRÊ JÎ WÊ GELÊ CIZÎRÊ DENGÊ XWE BI KAR BÎNE!'

Beştaş ragihand ku AKP û Erdogan wê ti carî nikaribin pêşî li dengdayîna gelê Cizîrê bigirin û got, "Hûn rabin sindoqên hilbijartinê ji Cizîrê rakin û li hewşa Qesrê jî bi cih bikin, wê gelê Cizîrê di 1'ê Mijdarê de bê Qesra we û dengê xwe bi kar bîne."

Beştaş destnîşan kir ku divê AKP bê ser hişê xwe û got, "Pêwîste AKP bizanibe ku dijminatî û bêhiqûqî jî sînorekî xwe hene." Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Meral Daniş Beştaş di dawiya daxuyaniya xwe de got, "Li hemberî van êrîşên desthilatdariya AKP'ê, di serî de mûxalefeta demokratîk a civakî, divê tevahiya gelên Tirkiyeyê, saziyên demokratîk ên navneteweyî û rêxistinên şopandina hilbijartinê hestyar û hişyar bin. Di keştiya ku AKP dixwaze binav bike de bi tenê HDP û gelê Cizîrê nîne, tevahiya Tirkiye heye."