Demîrtaş li Hambûrgê tevlî civîna gel bû
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li bajarê Elmanya Hambûrgê tevlî civîna gel bû.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li bajarê Elmanya Hambûrgê tevlî civîna gel bû.
Kombûna li navenda sporê ya DÎMA, bi beşdariya zêdeyî 8 hezar kesan pêk hat. Axaftina vekirinê ya kombûnê, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk ji aliyê Sevahîr Bayindir û li ser navê DÎDF'ê Kalender Mîke ve hat kirin. Bayindir got, "Weke hemû pêkhateyên demokratîk em li vir in. HDP ji bo me hêviya sedan salan e. Di 7'ê Hezîranê de me got, em ê te nekin serok. Di vê hilbijartinê de jî em ê te serberjêr bike, têk bibin. Di 1'ê Mijdarê de em ê welêt azad bikin." Piştî Bayindir Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç peyivî û xwerêveberiya gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê silav kir. Di herikîna bernameya kombûnê de Ozan Comert, Aşir Ezek, Grûp Daglara Ezgî û Grûp Cemre derketin ser dikê.
Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, beşdar silav kir û di destpêka axaftina xwe de spasiyên xwe pêşkêşî her kesên di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji bo serketina wan xebitîne, kir.
Demîrtaş anî ziman ku gelên li dijî şerê qesrê derdikevin û aştiyê dixwazin, rastî êrîşên mezin tên û got, "Kombûna mirovên ji nasname û baweriyên cuda li vê salonê, dema mirov li rewşa îro ya Sûriye û Iraqê dinêrin, dibînin ku çiqasî dîrokî û girîng e. Ji ber ku Elewiyên li vê salonê bi nasnameya xwe ya Elewî, bêyî bitirse li vir e. Sûnnî, mirovên serê xwe dinixumînin jî bi heman rengî. Kurd bi Kurdbûyîna xwe li vir e. Tirk bi Tirkbûyîna xwe, Ermenî, Suryanî, Êzidî hemû bi hebûna xwe, bi baweriya xwe li vê salonê ne. Eger kombûnek bi vî rengî li vir pêkane, hingî çima li welêt ev çênebe?
Qesr û emanetên li derdora wî, dema navê HDP'ê dibihîzin dikevin nava tirs û xofeke mezin. Ev yek jî nîşan dide ku HDP di rêyeke gelekî rast de ye. Eger wan pesnê HDP'ê bida, me yê hingî ji xwe guman bikira. Eger ew ji HDP'ê ditirsin, bi şev û roj hewl didin HDP'ê reş bikin, wê çaxê em di rêyeke rast de ne. Bi tenê bi temaşekirina li qesrê re mirov dikarin fêm bikin bê HDP partiyeke çiqasî rast e."
Demîrtaş diyar kir ku HDP'ê cih daye hemû nasnameyan û partiya xwe weke partiyeke jinan pênase kir. Demîrtaş got, "Nîvê mirovahiyê jin e, nîvê din jî mêr e. Eger nîvê jiyanê jin be, me got divê nîvê partiyê jî jin be û di heman demê de me bûn partiyeke jinan."
Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku ew ê di 1'ê Mijdarê de desthilatdariya qesrê bixin gorê û anî ziman ku ji bo vê yekê jî, divê her kesên ji sîstema heyî aciz in, bi ruhê seferberiyeke mezin ji bo serketina HDP'ê bixebitin.