Li Stockholmê xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinê didomin
Komîteya Hilbijartinê ya HDP'ê ya Swêdê, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, didomîne.
Komîteya Hilbijartinê ya HDP'ê ya Swêdê, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, didomîne.
Heyeta ji 8 ksan a bi serokatiya Nûnerê HDP'ê yê Swêdê Hasan Bozlak hat avakirin, komele û qehweyên li taxên Sollentûna, Hûddînge û Varberg ên Stockholmê ziyaret kir û ji hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî xwest, ku di navbera 24-25'ê Cotmehê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê.
Bozlan anî ziman ku Recep Tayyîp Erdogan ê ji ber serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de xewn û xeyalên xwe yên ji bo serokatiyê winda kir, ji bo careke din AKP'ê bi tena serê xwe bîne ser desthilatdariyê, rewşeke kaosê afirandiye û ji bo dengê neteweperestan werbigire, li dijî gelê Kurd şer daye destpêkirin.
Bozlak got, "Erdogan vîna gelan û encamên hilbijartinê qebûl nekir. Bi feraseta 'ya ez ya jî ne kesekî din' tevdigere" û da zanîn ku AKP ji bo serketina hilbijartinê, axayên riziyayî yên li Kurdistanê xistiye lîsteya xw,e li Ewropayê jî hewl dide pêngavekê bike.
Bozlak bibîr xist ku li Ewropayê 2 mîlyon 900 hezar hilbijêr hene û anî ziman ku di hilbijartinên bihurî de 1 mîlyon 200 hezar hilbijêran dengê xwe bi kar neanîne û AKP çav berdaye van dengan.
Bozlak bibîr xist ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP'ê li Swêdê ji 34 hezar hilbijêrên qeydkirî dengê 3440 deng wergirt û bû partiya yekemîn. Bozlak got, "Ev gelekî kêm e. Di vê hilbijartinê de divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bide HDP'ê. Di vê hilbijartinê de wê Qesr qezenç bike û koledariya gelan bidome, yan jî wê HDP bi encameke bilind bendê derbas bike û planên Erdogan têk bibe."
Di dema serdanan de afîşên hilbijartinê yên HDP'ê hatin daliqandin.