Demîrtaş: Em bi ruhekî mezin ê seferberiyê xwe ji bo hilbijartinê amade bikin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku hem li hundirê welat hem jî li derveyî welat, divê Kurdistanî û hêzên demokrasiyê xwe bi ruhekî mezin ê seferberiyê ji hilbijartinan re amade bikin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattî Demîrtaş, di civîna çapemeniyê ya li bajarê Elmanya Hambûrgê de diyar kir ku hem li hundirê welat hem jî li derveyî welat, divê Kurdistanî û hêzên demokrasiyê xwe bi ruhekî mezin ê seferberiyê ji hilbijartinan re amade bikin. 

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, tûra xwe ya li Ewropayê dewam dike. Piştî çalakiyên li Kopenhagen, Berlîn û Leverkûsenê, Demîrtaş hat Hambûrgê û beriya civîna gel saet di 11:00 de li otela Elysee ya Rothenbaumchaussee Civîneke çapemeniyê lidar xist.

Tevî nûnerên saziyên çapemeniyê yên Elman Dîe Welt, Suddeûtsche Zeîtûng, NDR, DPA û DHA, çapemeniya herêmî ya Hambûrgê bi gelek gelek nûnerên çapemeniyê re bi qasî saetekê sohbet kir. Demîrtaş diyar kir ku ji bo bidawîanîna li şerê li Kurdistan û Tirkiyeyê divê hikûmeta Elman û hêzên navneteweyî bi berpirsyarî tevbigerin. Demîrtaş anî ziman ku eger pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi rêbazên demokratîk û aştiyane neyê çareserkirin, mîna salên 90'î dibe ku pêleke mezin a penaberiyê ji Tirkiyeyê ber bi Ewropayê ve rû bide.

Demîrtaş anî ziman ku di 1'ê Mijdarê de eger biryareke şer neyê dayîn, wê hilbijartin ji sedî sed werin kirin û da zanîn ku dengên hilbijêrên li derveyî welat, dikarin qedera hilbijartinê biguherîne. Demîrtaş ragihand ku şerê li Tirkiyeyê li hemberî Kurdan tê meşandin bi tenê bi welatekî bisînor nîne û destnîşan kir ku divê Elmanya û welatên din ên Ewropayê berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Demîrtaş diyar kir ku pêla dawî ya penaberan a ji Iraq û Sûriyeyê ber bi welatên Ewropayê ve, polîtîkayeke bi zanebûn a AKP'ê ye û ragihand ku pirsgirêka penaberiyê pirsgirêka tevahiya mirovahiyê ye.

Demîrtaş da xuyakirin ku gotina, 550 parlamenterên xwecihî û milî, feraseta serî li ber Erdogan bitewîne ye û diyar kir ku HDP yekane partiya herêmî ye ku hemû reng û baweriyan hembêz dike. Demîrtaş anî ziman ku ew dixwazin meclîsek ji hemû bawerî û rengan ava bibe û da zanîn ku weke HPD ew siyaseteke hemû civakê hembêz dike, dimeşînin. Demîrtaş got, "Bi qasî hilbijêrekî Kurd, hilbijêrekî Tirk jî dikare bi dil rehetî dengê xwe bide HDP'ê." 

Demîrtaş bibîr xist ku mirovên wan hatin qetilkirin, zêdeyî 400 êrîşên fîzîkî li hemberî partiya wan hatin kirin û ev hemû bi agahdariya AKP'ê hatine kirin. Demîrtaş da zanîn ku li hemberî ti ji van kiryaran lêpirsînek nehatiye destpêkirin, lê belê bi tenê der heqê wî de lêpirsîn hatiye vekirin. Demîrtaş got, "Em dizanin ku êrîşên fîzîkî yên li hemberî partiya me ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve nayê qebûlkirin" û diyar kir ku piştî van bûyeran gelek mirov lê geriyane û anîne zima ku ji ber bûyerên qewimîne, ew xemgîn in.

Ji bo pirseke rojnamevanekî ya 'Erdogan bi rastî jî lîderekî bi hêz e?' Demîrtaş destnîşan kir, ku mirovekî ji tembûrê ditirse û nikare heneke biçûk jî tehemûl bike, ti carî nabe mirovekî bi hêz. Demîrtaş ragihand ku Erdogan ê di nava tirs û fikara parastina desthilatdariya xwe de ye, bi tirs, panîk û bêçaretiyê êrîşî hemû mirovên mûxalîf dike û anî ziman ku her çend bi salane ew Erdogan dawetî bernameyeke zindî ya televîzyonê dike jî, nayê. Demîrtaş da xuyakirin ku weke partî ti nîqaşa wan li ser boykotê nîne û diyar kir ku hem li hundirê welat hem jî li derveyî welat, divê Kurdistanî û hêzên demokrasiyê xwe bi ruhekî mezin ê seferberiyê ji hilbijartinan re amade bikin. 

Piştî civîna çapemeniyê Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi Parlamenterê Meclîsa Federal ji SPD'ê Nîels Annen re civînek li çapemeniyê girtî pêk anî. Demîrtaş wê li navenda sporê ya DÎMA beşdarî civîna gel bibe."

...