Demîrtaş: Li Tirkiyeyê Destûra Bingehîn betal bûye

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku li Tirkiyeyê Destûra Bingehîn betal bûye û diyar kir ku AKP bi tinehesibandina vîna gel re hewl dide HDP'ê di binê bendê de bihêle.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li bajarê Elmanya Leverkûsenê beşdarî şevekî bû. Demîrtaş ji aliyê zêdeyî 5 hezar kesan ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê spasiyên xwe pêşkêşî her kesên di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ked dane û got, "Xuyaye yê li qesrê tê nebûye, lewma hilbijartineke din dixwaze. Di 1'ê Mijdarê em ê wî careke din poşman bikin."

Demîrtaş anî ziman ku eger li Tirkiyeyê di şert û mercên demokratîk de hilbijartin were kirin, ew ê ji sedî 20 ê dengan werbigirin û got, "Dema 6 mîlyon mirovan bi rêjeya ji sedî 13'an xwedî li HDP'ê derket, darbeya qesrê ket dewrê û hewl hat dayîn vîna gel were şikandin. Eger hilbijartineke adîl bihata kirin, dengê me wê gelekî zêdetir bûya. Rêjeya me ya dengan zêdeyî ji sedî 20'an e. Ev potansiyela me heye. Qesrê nekarî xwe rêjeya ji sedî 13'an jî rabigire. Darbe kir. Biryara hilbijartina pêşwext da."

ÊRÎŞAN BERIYA HILBIJARTINÊ DESTPÊ KIRIN

Demîrtaş da xuyakirin ku beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê, ku hînê biryara şer nehatibû wergirtin, li gelemperiya Tirkiyeyê ew li 176 cihan rastî êrîşê hatine û got, "Ji Agirî Giyadînê destpê kirin. Li mîtînga Amedê bombe dan teqandin û hewldan rêya siyasetê li me bigirin. AKP'ê medya hawiz jî da dû xwe û organên çapemeniyê yên em lê dihatin weşandin jî, hedef nîşan dan."

Demîrtaş ragihand ku AKP'ê bi hemû derfetên dewletê re nehişt ku HDP mafê xwe jî bi kar bîne û da zanîn ku tevî budçeyên veşartî yên ji mîlyonan pereyî, dadgehan jî ji bo AKP'ê kar kirin.

Demîrtaş da xuyakirin ku piştî HDP'ê biryar da weke partî tevlî hilbijartinan bibe, êrîş zêde bûne û destnîşan kir ku tevî hemû derew û rêbazên wan ên şerê qirêj jî HDP bi ser ketiye.

LI TIRKIYEYÊ ŞEXSEKÎ BI TENÊ ÇI BÊJE, EW Ê PÊK WERE

Demîrtaş ragihand ku li Tirkiyeyê Destûra Bingehîn betal bûye û anî ziman ku encamên hilbijartinê nehatine qebûlkirin, hikûmet her çend ne rewa ye jî zêdeyî 700 wezîfedarkirin pêk aniye, biryara şer girtiye û weke hikûmeteke hilbijartî tevdigere. Demîrtaş diyar kir ku ev yek darbeye û got, "Navê vê darbe ye. Ti kes, bêyî haya qesrê nema dikare biryarekê jî bide. Parlament naxebite. Dadgeriya Bilind nikare biryarê bide. Medya naxebite. Şexsekî bi tenê çi bêje, ew e. Li vê jî navê demokrasiya pêşketî, navê welatparêziyê lê dikin. Ji me re jî dibêjin xayinên welat. Dest danîne ser dewletê. Bi tinehesibandina vîna gel re, biryara hilbijartinê dan û bi hemû hêza xwe hewl didin HDP'ê di binê bendê de bihêlin."

JI DARBESTAN HÊVÎ DIKIN

Demîrtaş da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê bi qedandina muzakereyên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, biryara şer daye û got, "Ji bo HDP'ê di binê bendê de bihêle, ji darbestan hêviyê dikin."

Demîrtaş da xuyakirin ku ji bo banga PKK'ê ya agirbesta dualî, qesrê bersiv nedaye û got, "Çima qedexeya hevdîtinê li Îmraliyê heye. Her roj darbestên ciwanan tên, hûn çima vê pêvajoyê dixetimînin." Demîrtaş destnîşan kir ku HDP ji bo aştiyê gelekî hewl dide û got, "Ji bo kursiyan, ji bo xwe xwedîkirinê dibe ku hûn her derê tevlîhev dikin. Lê belê em ê firsendê nedin we. Ji bo li çar aliyên welêt ew baxçeyên bedew ên kulîlkan şîn bibin, çi pêwîst be em ê wê bikin."

...