Li Bismilê polîsan kesek bi giranî birîndar kirin

Li Bismilê, polîsên Tirk ên ku bi qedexeya derketina derve re gule li taxê reşandin, welatiyekî li ber mala xwe bi giranî birîndar kirin.

Welatiyê ku du gule li bedena wî ket, rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a li Amedê.

Bi qedexeya derketina derve ya li navçeya Amed Bismilê re ku ji aliyê walî re ve hat ragihandin, polîs û leşkerên Tirk guleyan li şeniyên taxan direşînin.

Polîsên ku bombe avêtin malekê û zarokek qetil kirin, ji heman malbatê 5 kes birîndar kirin, vê carê jî Agît Yildiz (22) ê li ber mala xwe birîndar kirin. Welatiyan Yildiz rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê û ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedeyê ya Gazî Yaşargîl a li Amedê hat kirin. Hat ragihandin ku du fîşek li nav û lingê Yildiz ketiye û rewşa wî giran e.

Hat gotin ku Yildiz hînê nû ji leşkeriyê hatiye û bavê pitikekî 20 rojî ye. Xwişka Yildiz Ozlem Yildiz nerazîbûn nîşanî vê yekê da û got, "Ji komkujiyên ku Erdogan dike re êdî bes e. Wê hesabê vê bide. Ji bo li qesra xwe rûnê, ji bo desthilatdariya xwe me qetil dike. Êdî bes e."