Çeteyên El-Nusra Şêxmeqsûd topbaran dikin: 2 jê zarok 3 mirî

Ji ber topbarana çeteyên Cebhet El-Nusra 2 zarok û welatiyekî Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn.

Ji ber topbarana çeteyên Cebhet El-Nusra 2 zarok û welatiyekî Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn.

Vê êvarî saet 19.00’an çeteyên El-Nusra careke din dest bi Topbarana Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê kirin, li deverên nişteciyan ên taxê 4 topên hawanê ketin, di encamê de 2 zarok û welatiyekî taxê jiyana xwe ji dest dan û 15 welatî jî birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a taxê.

Li gorî ajansa nûçeyan ANHA’yê  navê her du zarokên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

-Îd Ehmed Hesen ê 8 salî

-Ebdellah Essaf ê 9 salî

Ji birîndaran jî kesên navên wan hatin diyarkirin ev in: Îzet Bîlal 70 salî, Umer Bekrî 26 salî, Mihemed Elî 25 salî, Ebîr Ebid 43 salî ne.

Çeteyên El-Nusrayê hê jî taxê bi awayekî hovane topbaran dikin.