Li Dûîsbûrgê xebatên hilbijartinê didomin
Kurecîkiyên li Dûîsbûrg û pêkhateyên HDP’ê xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin.
Kurecîkiyên li Dûîsbûrg û pêkhateyên HDP’ê xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin.
Ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiye li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê Însiyatîfa Gel a Kurecîk xebatên xwe didomîne.
Însiyatîfa Gel a Kurecîk, 6. standa propaganda û agahdarkirinê li bazara semta Dûîsbîrg - Hamborn pêk anî. Di standê de belavok hatin belavkirin û bîletên piştevaniya bi HDP’ê re hatin firotin.
RÊ NEDAN PROVOKASYONÊ
Di daxuyaniya ku ji aliyê Însiyatîfê hat dayîn de hat diyarkirin ku faşîstan xwestine li qada standê provokasyonê bikin, lê bi piştevaniya welatparêz û sosyalîstan êrîş hatiye astengkirin.
Kesên li cihê standê xebatan dimeşînin, paşê tevlî Festîvala Ivana Hoffman a Navneteweyî ya li Marxloh didome bûn.