Kekê Guler: Eger nehêlin, em ê cenazeyê xwe biavêjin ser pişta xwe...

Malbat û parêzerên şehîdê Rojava Guler, ji bo wergirtina cenaze wê roja Duşemê careke din serlêdanê bikin. Kekê Guler Ersîn Ûmût Guler got, "Eger encam dernekeve, pêwîstî pê hebe em ê cenazeyên xwe biavêjin ser pişta xwe û ji derî derbas bikin."

Cenazeyê Fermandarê Biryargeha Rojava ya Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Azîz Guler (Rasîh Kûrtûlûş) ê di dema parastina şoreşa Rojava de şehîd ket, hînê radestî malbatê nehatiye kirin. Sedem jî "Biryara Desteya Wezîran" a ji 7'ê Hezîranê û vir ve destûr ji derbaskirina ti cenazeyan nayê dayîn e.

Lê belê heta roja îro kesî ev biryara Desteya Wezîran nedîtiye.

Ji bilî cenazeyê Guler, destûr nayê dayîn ku cenazeyên 20 ciwanên din jî derbasî Tirkiyeyê bên kirin.

Malbat û hevrêyên şehîdê Rojava Azîz Guler wê careke din bikevin nava hewldanan.

Ji parêzerên malbatê Sînan Varlik diyar kir ku ew ê di 28'ê Îlonê roja Duşemê de careke din serî li Qeymeqamiya Pirsûsê û Walîtiya Rihayê bidin.

VARLI: JI BILÎ MUWEKÎLÊ ME, 20 CENAZEYÊN DIN JÎ HENE

Parêzer Varlik anî ziman ku wan nekarîne xwe bigihîne biryara Desteya Wezîran a behsa wê tê kirin û got, "Em nizanin bê bi rastî biryareke bi vî rengî ya nivîskî heye yan na." Parêzer Varlik da xuyakirin ku ew ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mİrovan a Ewropayê (DMME) jî bidin û got, "Ne tenê cenazeyê muwekîlê me Azîz, em dizanin ku destûr ji derbaskirina cenazeyên din re jî nayê dayîn. Beriya 7'ê Hezîranê destûr dihat dayîn ku cenaze werin derbaskirin. Çima niha nayê dayîn? Kîjan hiqûq, kîjan biryar, kîjan rêvebername dikare pêşî li malbatekê bigire ku cenazeyê xwe li gorî xwe veneşêre? Ev biryar biryara hikûmeta şer a hatiye wezîfedarkirin e. Em vê biryarê nas nakin. Ji bo cenazeyê muwekîlê me li gorî daxwaza malbat û hevrêyên wî, li gorî kevneşopiyan bê veşartin, çi ji destê me bê em ê bikin."

BAV GULER WÊ LI ROJAVA BIMÎNE

Bavê Azîz Guler Mehmet Guler, ji ber ku destûr nehat dayîn cenazeyê kurê wî bê derbaskirin, biryar da ku li Rojava bimîne.

Kekê Guler Ersîn Ûmût Guler jî got, "Ez niha li Rojava me. Roja Duşemê ez ê biçim Pirsûsê. Bavê min wê li vir bimîne. Bavê min biryar da ku heta cenaze wernegire, venegere Tirkiykeyê."

KEK GULER: EM DIXWAZIN BIRAYÊ MIN LI CEM ME BE

Kek Guler bibîr xist ku ti encam ji hewldanên wan ên li Pirsûsê derneketiye û got, "Rojek beriya cejnê, bi destûra taybet a derbasbûnê ya ji malbatên neçar mane cenazeyên xwe li Kobanê veşêrin re, em derbasî Kobanê bûn. Min kekê xwe veşart. Roja Duşemê em ê bi parêzer û parlamenteran re careke din serlêdanê bikin. Pirsgirêk ew e ku nahêlin em cenazeyê xwe derbasî Tirkiyeyê bikin. Azîz li Stenbolê ji dayik bû, li wir mezin bû. Li Stenbolê çû zanîngehê. Ji ber vê yekê em dixwazin wî li xaka lê ji dayik bûye û mezin bûye veşêrin. Em dixwazin ew li cem me be."

Kek Guler anî ziman ku ji bo derbaskirina cenaze ew ê hemû rêyên hiqûqê biceribînin û got, "Eger encam jê dernekeve, pêwîstî pê hebe em ê cenazeyên xwe biavêjin ser pişta xwe û ji derî derbas bikin."

TÛRAN: EV REWŞEKE NE ÎNSANÎ Û NE WIJDANÎ YE

Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Ridvan Tûran jî da xuyakirin ku ew ê roja Duşemê biçe Pirsûsê û bi rayedarên herêmî re hevdîtinê bike. Tûran bibîr xist ku ji bilî Azîz Guler 20 cenazeyên din hene ku divê derbasî Tirkiyeyê bên kirin û got, "Tê gotin ku li Cizîrê jî cenaze hene. Veşartina mirovan li xaka lê ji dayik bûye û mezin bûye, rewşeke însanî û wijdanî ye. Ji ber vê yekê em ê bikevin nava hewldanan."

Tûran da zanîn ku teslîmnekirina cenazeyan, asta êrîşkariya siyasî radixe pêş çavan û got, "Ev rewş nîşan dide ku ji aliyê siyasî ve emrê desthilatdariyê kêm bûye. Em ê vê yekê di 1'ê Mijdarê de bi zelalî bibînin."