Li Parîsê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Engîn Sîncer vebû
Li banliyoya Drancyyê ya Parîsê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Engîn Sîncer hate vekirin.
Li banliyoya Drancyyê ya Parîsê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Engîn Sîncer hate vekirin.
Li banliyoya Drancyyê ya Parîsê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Engîn Sîncer hate vekirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman, nûnerên partiya Komunîst û Sosyalîst a Fransayê, nûnerên FEDA û MLKP’ê tevlî vekirina navendê bûn.
Bername bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê destpê kir û piştre Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman axaftinek kir. Adiyaman diyar kir Kurd li ku derê cîhanê bin bila bin, divê yekîtiya xwe diparêzin, ev jî ji bo Têkoşîna Azadiya Kurd girîng e û wiha got: “Ev vekirin jî nîşaneya wê ye, divê em li vê yekîtiyê bêhtir xwedî derkevin û mezintir bikin.” Adiyaman bal kişand ser hilbijartinên giştî yên 1’ê Cotmehê jî û bang li tevahî hêzên Kurd, çep, sosyalîst û şoreşgeran kir ku biçin ser sindoqê û dengê xwe bi kar bînin.
Di vekirina Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Engîn Sîncer de Hevserokên Meclîsa Drancy Rûken Ogûr û Mazlûm Alik, li ser navê Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat, ser navê koordînasyona hilbijartinên Fransa Mehmet Ulker jî axaftin kirin û got, “Pêwîst e em bi ruhekî seferbertiyê di hilbijartinên ku li Fransayê 8 Cotmehê destpê dike de, gel bibin ser sindoqan û di van hilbijartinan de em bikin ku HDP’e xurttir derkeve.”
Vekirina navendê bi stranên hunermendên TEV-ÇAND’ê Hozan Sara, Nûarîn û Denîz Aktaş berdewam kir, govend hatin gerandin û vekirin, bi dirûşma, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.