Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder got, "Aştî gava herî girîng e ku wê AKP'ê biqedîne" û destnîşan kir, ku ji ber vê rastiyê, biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê li eniya hikûmetê bersiva xwe nedîtiye.
Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, îstîxbarata sûîqest û êrîşên nû yên li hemberî HDP'ê, bibîrxistina "Torosên Spî" ji aliyê Serokwezîr Davûtoglû ve, biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê, operasyonên qirkirina siyasî, xebatên hilbijartinê yên HDP'ê ku bi rêya dadgeriyê hewl tê dayîn pêşî lê bê girtin û têgîna 'dengên emanet' ku gelek caran li ser tê axaftin, ji ANF'ê re nirxand.
Sirri Sureyya Onder da xuyakirin ku lêpirsîna ji bo girtina kiryaran û xebatên ronîkirina bûyerê yên piştî teqîna li Enqereyê hatin destpêkirin, têrker nînin û anî ziman ku ev lêpirsîn weke nîşaneya hewldaneke gumanbar e. Onder got, "Ev hewldan çi ye? Navê kujeran û têkiliya wan a rêxistinî bilêv nakin. Li şûna vê, ji bo kiryaran xumamî bike, hewl dide hemû rêxistinan tevlîhev bike. Ev nêzîkatî û hewldan, fikar û gumanên me zêde dikin."
'DIVÊ PARÊZER KARIBIN TEVLÎ PÊVAJOYÊ BIBIN'
Onder, ji bo zelakirina kiryaran û ronîkirina teqîna li Enqereyê da xuyakirin, ku divê astengiyên li pêşiya tevlîbûna parêzeran li pêvajoyê bên rakirin û destnîşan kir, ku ji otopsiyê heta lêkolîna cihê bûyerê, pêwîste aliyê parastinê jî di nava vê pêvajoyê de cih bigire. Onder anî ziman ku ji bo mijar bêhtir bê ronîkirin ev şert e û got, "Eger bûyer bi tenê bi kiryaran re neyê bisînorkirin, eger têkiliyên wan ên berfireh, lojîstîkên wan û mekanîzmayên wan ên biryardayînê bên lêpirsîn, hingî hêzên biryardayînê û rewşa wan a rêxistinî dikarin derkevin holê."
'LI ENQEREYÊ BOMBEVANEKÎ 3. DIGERE'
Onder anî ziman ku agahiyên nû yên li ser sûîqest û êrîşan gihaştine ber destê wan, fikar û gumanên wan ên li ser mijarê zêdetir kirine û ev agahî da: "Em dizanin ku li Enqereyê hînê bombevanekî 3. heye û bêyî bê girtin, digere. Ev ne bi 2 bombevanan bi 3 bombevanan hatin Enqereyê. Lewma tedbîra ku emniyet dixwaze der barê HDP'ê de bigire, tedbîreke derengmayî ye. Polîsên ku ji wan re gotin gotin 'avahiyên HDP'ê biparêzin', bi hêzên din ên ewlekariyê re beriya niha bi mehekê, bi kesên êrîşî avahiyên me dikirin re, radibûn tabelayên partiya me dadixistin. Ji ber vê yekê, tedbîra ku tê xwestin were girtin, cihê baweriyê nîne."
'DAVÛTOGLÛ LI ÎNFAZÊN BÊDARAZ MUKUR HATIYE'
Onder bal kişand ser axaftina Serokwezîr Ahmet Davûtoglû ya li mîtînga li Wanê, ku bi bîrxistina 'Torosên Spî' re bal kişandibû ser kuştinên kiryar nediyar, windahiyên di binê çavan de û înfazên bêdaraz û anî ziman ku Davûtoglû ji aliyê selameta gelan ve karekî rast kiriye. Onder got, "Divê gelên Tirkiyeyê spasdarê Davûtoglû bin. Ji ber ku dema ev rastiya bi êş ji aliyê me ve dihat bilêvkirin, wan ji me re digotin ku hûn bi nefret û dijberiya AKP'ê diaxivin. Lê niha kesê herî erkdar li vê rastiyê mukur hatiye."
'YEKÎ KU MIROVAN BIKUJE, JÊ TÊ KU HURMETÊ NÎŞANÎ PÎROZMENDIYAN BIDE?'
Onder got, "Aştî gava herî girîng e ku wê AKP'ê biqedîne" û destnîşan kir, ku ji ber vê rastiyê, biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê li eniya hikûmetê bersiva xwe nedît. Onder axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ev panîka wan a li pêşberî aştiyê, rewşeke normal e. Eger rewşeke berevajî vê hebûya, ji xwe ji destpêkê ve şer nedidan destpêkirin. Lewma di vir de tiştekî neyê fêmkirin nîne. Weke hêzên demokrasiyê girîng e em di bêçalakîtiyê de israr bikin. Olê şer nîne, êrîşî her derê dike. Yekî ku mirovan bikuje, jê tê ku hurmetê nîşanî pîrozmendiyan bide?"
Onder ragihand ku AKP'ê li her qada jiyanê şer îlan kiriye û got, "Ne tenê bi çek û topan, di heman demê de êrîşî hemû qadên siyaseta sivîl dike. Ji ber ku bawer dike, ev mijar man û nemana wan e, heta hilbijartinê çi ji dest bê ew ê bike."
'ME BI SEROKÊ YSK RE HEVDÎTIN PÊK ANÎN'
Der barê hewldanên astengkirina xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bi destê dadgeriyê re, Onder anî ziman ku bi Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken re ew çûne serdana Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) û wan bi Serokê YSK re hevdîtinek kirine. Onder got, "Erkeke dadgeriyê nîne ku pêşî li xebatên hilbijartinê bigire. Ancax Dadgeha Destûra Bingehîn dikare tevlî bibe. Me çi kir ku ev qedexe derxistin pêşiya me? Me xweserî parast. Ev yek ji xwe di bernameya partya me de heye. AKP jî serokatiyê diparêze. Ji aliyê naverokê ve ya em diparêzin û ya AKP'ê diparêze ji hev cuda ne. Lê belê li ser vê yekê kî wê biryarê bide? Dozgerek wê biryarê bide? Ev nêzîkatî bêbingeh e û rewşa hevrikiyê ji holê radike. Di vê der barê de em hemû hewldanên xwe didomînin. Li ser veguhastina sindoqan jî me bi YSK re hevdîtin kir. Cihguhertineke mezin nîne. Me dosyayên xwe yên li ser van hemû mijaran amade kir û em ê di civîna YSK de binirxînin."
'DI NAVA HDP'Ê DE DENGÊN EMANET HENE'
Li ser mijara dengên emanet ên ji bo HDP'ê de Onder diyar kir ku ew têgîna emanet mîna her kesî şîrove nake û got, "Mirov tiştekî emanetî kê dike? Mirov emanetî yên herî zêde jê bawer dikin e. Vî gelî aştî emanetî me kir. Belê dengên emanet hene li cem me. Em rêjeya vî dengî nizanin, dixwaze bila dengekî bi tenê be. Lê belê em dizanin ku bi dengê xwe re Aştî emanetî me kirine. Em jî li gorî vê têgihiştinê tevdigerin. Yek ji van dengan jî ji me naçe. Berevajî wê bi hîn bêhtir dengên zêde re aştî emanetî me bê kirin."
'DIVÊ DI WIJDANAN DE BÊ MEHKÛMKIRIN'
Onder diyar kir ku ji bo dewamiya agirbestê û ji bo hikûmet li gorî vê tevbigere, divê hemû hêzên siyasî ên alîgirê aştî û demokrasiyê zextê li hikûmetê bikin û got, "Li gorî min divê ev helwesta hikûmetê di wijdanê gel de bê mehkûmkirin."