AKP dijminatiya xwe ya li "Bakur" li Swêdê jî didomîne

Hikûmeta AKP'ê ya ku nehişt dokûmantera "Bakur" a li ser jiyana li kampên gerîlayên HPG'ê di 34. Festîvala Fîlman a Stenbolê de bê nîşandan, niha jî hewl dide nehêle li 26. Festîvala Fîlman a Stockholmê were nîşandan.

Hikûmeta AKP'ê ya ku nehişt dokûmantera "Bakur" a li ser jiyana li kampên gerîlayên HPG'ê di 34. Festîvala Fîlman a Stenbolê de bê nîşandan, niha jî hewl dide nehêle li 26. Festîvala Fîlman a Stockholmê were nîşandan.

Dokûmantera Bakur, ku derhêneriya wê Ertûgrûl Mavîoglû û Çayan Demîrel kirin û ji aliyê Ayşe Çetînbaş ve hat çêkirin, di çarçoveya Festîvala Fîlman a Stockholmê de wê roja 11'ê Mijdarê li sînemaya Skandîa, roja 14'ê Mijdarê li Zîta û roja 16'ê Mijdarê jî wê li sînemaya Grand bê nîşandan.

Mavîoglû, ku ji ber nîşandana fîlm tevlî festîvalê dibe, wê piştî nîşandana 14'ê Mijdarê, weke qiseker beşdarî semînerek li ser mijara azadiya ramanê û sansurê.

ÇAR FÎLMÊN LI WELATÊN XWE HATINE QEDEXEKIRIN

Tevî dokûmanteran "Bakur" wê 3 fîlmên din ên ku li welatên xwe nîşandana wan hatine qedexekirin, li Festîvala Fîlman a Stockholmê wer nîşandan.

Fîlm "Taxî Teharan" ê xelata "Hirçê Zêrîn" da derhênerê xwe yê Îranî Jafar Panahîs, "Mûch Loved" ê derhênerê Fasî Nabîl Ayoûch û "Behemoth" ê derhênerê Çînî Zhao Lîang ê li ser skandala hawirdorê, wê di çarçoveya Festîvala Fîlman a Stokcholmê de werin nîşandan.

Şefê Festîvala Fîlman a Stockholmê Gît Scheynîûs da xuyakirin, ku nîşandana van 4 fîlmên li welatên xwe hatine qedexekirin, rêveberiya van welatan aciz dike, lewma ew diyaloga xwe ya bi sefaretxaneyên bilind ên van welatan didomîn in.

Berpirsyarên çapemenî û bernameyê yên festîvalê ji me re ragihandin, ku piştî hat bihîstin wê Bakur di festîvalê de bê nîşandan, Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê li rêveberên festîvalê geriyan e. Lê belê der barê naveroka axaftinê de agahî nedan û anîn ziman ku diyaloga bi Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê re dewam dike.

Festîvala ku wê di 10'ê Mijdarê de destpê bike, wê heta 22'ê Mijdarê dewam bike û ji 70 welatan wê 190 fîlm werin nîşandan. Di festîvalê de îsal car yekemîn wê dokûmanterek ji bo xelata dokûmantera herî baş bê hilbijartin.

...