Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê: Operasyonan rawestînin, bi Ocalan re hevdîtinê bikin

Endamên TBM bang li hikûmeta AKP'ê ya li gel biryara KCK'ê ya "bêçalaktiyê" operasyonên leşkerî û siyasî didomîne kir û got, operasyonan rawestînin û ji bo careke din li pêvajoya şer venegerin jî bi Ocalan re dest bi diyalogê bikin.

Endamên Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) bang li hikûmeta AKP'ê ya ligel biryara KCK'ê ya "bêçalaktiyê" operasyonên leşkerî û siyasî didomîne kir û got, operasyonan rawestînin û ji bo careke din li pêvajoya şer venegerin jî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest bi diyalogê bikin. Berdevkê TBM'ê Hakan Tahmaz got, "Divê KCK di bêçalaktiyê de israr bike, yên operasyonan li dar dixin divê rawestînin û ji bo pêvajoya pevçûnan careke din destpê neke divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin."

Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) têkildarî biryara KCK'ê ya "bêçalaktiyê" û ligel vê yekê operasyonên leşkerî yên berdewam dikin li Otela Hîll a Taksîmê civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevkê TBM'ê Hakan Tahmaz, hîndekarên Zanîngeha Marmara Prof. Dr. Erol Katircioglû, Yuksel Taşkin, Wezîrê Xebatê yê berê Ziya Halîs, Prz. Nûrcan Kaya û Hîndekarê Zanîngeha Tîcaret a Stenbolê Halîl Îbrahîm Yenîgun tevlî civînê bûn. Berdevkê TBM'ê Hakan Tahmaz metna hevpar bi raya giştî re parve kir. Tahmaz diyar kir ku Tirkiye her diçe ber bi şer ve diçe û bi berjevendiyên rojane serî li şer didin û êdî Tirkiyeyê ber bi nokteyeke xeter ve dibin. Tahmaz wiha got: "Divê di demeke herî kurt de careke din vegerin pêvajoya çareserî û diyalogê. Dîsa şertên çareseriyê weke berê nebin, ev yek teqez e. Divê ji bo pêvajoya çareseriyê, nexşerêyeke nû bê çêkirin. Berî vê yekê divê mirin bên rawestandin."

JI HIKÛMETÊ RE REXNEYA OPERASYONAN

Tahmaz hikûmeta ligel biryara KCK'ê ya "bêçalaktiyê" operasyonan li dar dixe rexne kir û wiha axivî: "Divê ev biryar pêk bê û bi hev re bê pêkanîn ji bo pêvajoyekê çareseriyê destpê bike jî gaveke guncav e."

'DIVÊ BI OCALAN RE TAVILÊ DIYALOG BÊ DANÎN'

Tahmaz da zanîn ku Tirkiye rageşiya heyî êdî zêde nikara ragire û ji ber vê yekê jî divê tavilê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re diyalogê pêk bînin û wiha axivî: "Bi hesabên dengan ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Em bawer dikin ku hilbijêr wê hêza ku vî şerî rawetînin nîşan bidin. Piraniya welatiyan ne şer, aştiyê dixwazin."

DEM DEMA PEYWIRA XWE BI CIH ANÎNÊ YE!

Tahmaz têkildarî biryara bêçalaktiyê de ji wiha got: "Divê KCK di bêçalaktiyê de israr bike û yên operasyonan jî li dar dixin divê operasyonan rawestînin. Ji bo careke din pevçûn çênebin divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Divê hemû partî û rêxistinên sivîl peywira xwe bi cih bînin. Dem dema peywira xwe bi cih anînê ye."

'GEFÊN TOROSA SPÎ HILBERÎNA TENGEZARIYÊ NE'

Tahmaz gefên Serokwezîr Ahmet Davûtoglû yên di mîtinga Wanê de yên "Torosa Spî" jî nirxand û wiha axivî: "Ev nirxandin hilberîna tengezariyê ye. Ti kes nikare Laz, Tirk û Elewiyan vegerîne salên 90'î. Ev hêz di ti kesî de tineye. Yên neguherin wê biguherînin."

PROF. DR. KATIRCIOGLÛ: CIVAK VÊ RAGEŞIYÊ ZÊDE RANAGIRE

Hîndekarê Zanîngeha Marmara Prof. Dr. Erol Katircioglû jî diyar kir ku siyaseta Tirkiyeyê rageşiyê ranagire û wiha got: "Gelên Tirkiyeyê siyaseta bi dujînan dimeşe nikare zêde ragire. Heke ev siyaset berdewam bike divê em ji bo tabloyên cuda jî amade bin."

DOÇ. DR. YUKSEL TAŞKIN: AKP’E KURDAN DIXAPÎNE

Hîndekarê Zanîngeha Marmara Doç Dr. Yuksel Taşkin jî diyar kir ku piştî komkujiya Enqereyê medyaya AKP'ê beşekî ku ji komkujiyê xemgîn nebûn afirand û wiha got: "Em li hemberî dîrokê berpirsiyar in. Li vî welatî xwîn diherike. Divê em vê yekê bifikirin. AKP’e 13 sal in Kurdan dixapîne. Li her aliyê cîhanê aştî li ser pêvajoya baweriyê dimeşe." Taşkin bertek nîşanî gotinên Davûtoglû yên der barê ‘Torosên spî’ da.

PRZ. NURCAN KAYA: DIVÊ TAVILÊ OPERASYONÊN QIRKIRINÊ YÊN SIYASÎ BI DAWÎ BIBIN

Prz. Nurcan Kaya jî diyar kir ku divê tavilê operasyonên qirkirinê yên leşkerî û siyasî bên rawestandin.

ZIYA HALÎS: TI PROJEYÊN AŞTIYÊ YÊN AKP'Ê TINENE

Wezîrê Xebatê yê berê Ziya Halîs jî diyar kir ku ti projeyên AKP'ê yên aştiyê tinene û armanca AKP'ê salên dirêj li ser desthilatdariyê bimînin e û wiha got: "Dawiya vî karî hat dibînin. Çi pêwîst bibînin ê wê bikin. Di 7'ê Hezîranê de dîtin û ji bo di 1'ê Mijdarê de heman encam dernekeve hewl didin.

ALK. DOÇ. DR. HALÎL ÎBRAHÎM YENÎGUN: GEL ALÎGIRÊ ÇARESERIYÊ YE

Hîndekarê Zanîngeha Tîcaretê ya Stenbolê Alk. Doç. Dr. Halîl Îbrahîm Yenîgun jî diyar kir ku gel alîgirê çareseriyê ye û ji bo aştiyê dereng nemaye û divê bersiva KCK'ê bê dayîn.