BI DÎMEN

Heyeta Rojava li Moskowayê bi Partiya Lîberal re hevdîtin kir

Heyeta Rojavayê Kurdistanê ya li Moskowayê ye, bi Partiya Demokratîk a Lîberal a Rûyayê re hevdîtin kir.

Heyeta Rojavayê Kurdistanê ya li Moskowayê ye, bi Partiya Demokratîk a Lîberal a Rûyayê re hevdîtin kir.

Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim û Nûnerê PYD'ê yê Rûsyayê Abdulselam Elî yê ji bo tevlîbûna Konferansa Kurd a Navneteweyî li paytexta Rûsya Moskowayê ne, li Parlamenta Rûsyayê Dûma, bi heyetek bi serokatiya Alîkarê Serokê Partiya Demokratîk a Lîberal a Rûsyayê Aleksî Dîdenko re hevdîtinek kir.

Di daxuyaniya piştî hevdîtinê de hat ragihandin, ku hevdîtin ji bo her du aliyan erênî derbas bûye û bal hat kişandin ser girîngiya hevdîtinên bi vî rengî. Heyeta Rojavayê Kurdistanê, heyetek ji Rûsyayê vexwend Kantonên Rojavayê Kurdistanê.

...