HDP li Swêdê xwedî îdîa ye

Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, hilbijêrên li Swêdê wê di dawiya vê hefteyê de dengê xwe bi kar bînin.

Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, hilbijêrên li Swêdê wê di dawiya vê hefteyê de dengê xwe bi kar bînin.

AKP a ku ji bo li ser desthilatdariyê bimîne hemû derfetên dewletê bi kar tîne û serî li her şêwe hîleyan dide, ji bo pêşî li serketina HDP'ê ya di dengdayîna li Swêdê bigire, rêbazên cuda xist meriyetê û dema dengdayînê bi tenê bi du rojan bi sînor kir.

Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de AKP'ê dengdayîna li Swêdê xistibû nava rojekê. Tevî ku bi sedan Kurdistanî, Tirkiyeyî û nûnerên partiYên siyasî bi awayekî nivîskî li dij vê rewşê derketibûn jî, gavek nehatibû avêtin.

Tevî van hemû astengiyan jî, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP'ê ji sedî 42 ê dengan bi dest xistibû û bûbû partiya yekemîn.

Li Danîmarka ya ku 32 921 hilbijêr hene dengdayîn wê 18 rojan, li Norwêc a 8104 hilbijêr hene dengdayîn wê 7 rojan bê kirin. Lê belê li Swêd a 37 hezar 73 hilbijêrên xwe hene, bi tenê 2 roj ji bo dengdayînê hatin destnîşankirin.

Kurd, Suryanî, Elewî, demokrat û Tirkiyên pêşverû nerazîbûn nîşanî vê helwesta AKP'ê dan û ji bo careke din AKP'ê têk bibin, xebateke berfireh dimeşînin. Li taxên Stockholm, Goteborg, Malmo, Ûppsala û gelek bajarên din ên Kurdistanî û Tirkiyeyî lê dijîn, serdanên malan tên kirin, belavok tên belavkirin û stand tên vekirin.

Kurdistanî û dostên wan pêr bi dehan wesayîtên ku bi alên HDP'ê hatin xemilandin, li nava kolanên Stockholmê geriyan.

Muşahîdên HDP'yî jî duh êvarê hatin cem hev û amadekariyên xwe yên hilbijartinê careke din nirxandin.

BI 500 DILDARÊN HDP'YÎ RE EM DIXEBITIN

Hevserokê Nûnertiya HDP'ê ya Swêdê Hasan Bozlak piştî civînê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku mîna hilbijartina bihurî, di vê hilbijartinê de jî ew xwedî îdîa ne. 

Bozlak da xuyakirin ku di dengdayîna dawiya hefteyê de ew ê careke din li Swêdê bibin partiya yekemîn û AKP'ê bi cudahiyeke mezin a dengan têk bibin.

Bozlak ragihand ku bi qasî 500 dildarên HDP'ê re ev 2 meh in ew li gelemperiya Swêdê dixebitin, kolan bi kolan, tax bi tax, mal bi mal digerin û got, "Li gelek bajar û taxan me stand vekirin. Me civînên gel lidar xistin."

Bozlak got, "Her dengekî ji bo HDP'ê were bikaranîn wê îmzeyek ji bo aştiyê be" û bang li hemû hilbijêran kir ku destekê bidin HDP'ê.

Hevseroka Nûnertiya HDP'ê ya Swêdê Nûrten Akdag Cengîz jî bal kişand ser xebatên xwe yên 2 meh in dewam dikin û got, "Ji bo serketina HDP'ê jinan ji mêran bêhtir hewldan nîşan dan, xebitîn. Di vê hilbijartinê de em dibêjin 'Dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa HDP'."

...