Çeteyê DAIŞ'ê yê girtî: MÎT'ê li sînorê Til Ebyadê çek da me
Çeteyê DAIŞ'ê M.H. ê di operasyona YPG/YPJ a Til Ebyad (Girê Spî) de hat girtin, hevkariya Dewleta Tirk û DAIŞ'ê vegot.
Çeteyê DAIŞ'ê M.H. ê di operasyona YPG/YPJ a Til Ebyad (Girê Spî) de hat girtin, hevkariya Dewleta Tirk û DAIŞ'ê vegot.
Çeteyê DAIŞ'ê M.H. ê di operasyona YPG/YPJ a Til Ebyad (Girê Spî) de hat girtin, hevkariya Dewleta Tirk û DAIŞ'ê vegot.
Çeteyê DAIŞ'ê yê Sûriyeyî M.H. ê li Rojava girtî ye, der barê hevdîtinên navbera DAIŞ û rayedarên MÎT'ê yên li sînorê Til Ebyad-Akçakaleyê de mukur hat.
Çeteyê DAIŞ'ê ragihand ku MÎT'ê li ser sînor çek daye wan û birîndarên DAIŞ'ê jî bi ambûlansên Tirk hatine rakirin.
Çeteyê DAIŞ'ê M.H. ê girtî ye, ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku di navbera dan û standina çek û cebilxaneyan a Riha-Reqayê, di ser Til Ebyadê de dihat kirin.
M.H. da xuyakirin ku têkiliya wî ya destpêkê ya bi DAIŞ'ê re, ji ber dijberiya malbata wî ya li hemberî DAIŞ'ê pêk hat û anî ziman ku li cihê çeteyan ew birin, îşkence lê kirine û gef lê xwarine ku eger bi wan re hevkariyê neke ew ê wî û malbata wî bikujin, lewma qebûl kiriye ku bi çeteyan re bixebite.
LI ZÎNDANA DAIŞ'Ê RASTÎ ÎŞKENCEYÊ HAT
M.H. da zanîn, ku li cihekî ji aliyê çeteyan ve weke girtîgehê dihat bikaranîn, demeke dirêj rastî îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk hatiye û got, "Ji ber zext, şîdet û gefan, min qebûl kir ku tevlî nava DAIŞ'ê bibin û ji bo wan bixebitim. Piştî ku min daxwazên wan qebûl kir, min tevlî perwerdeyê kirin. Piştî ku du mehan min perwerde dît, Ebû Ûbeyd min şand cem Ebû Alî Eşşarîa yê li Til Ebyadê. Saet di 9'ê sibehê de ez gihîştim Til Ebyadê."
'LI SER SÎNORÊ TIL EBYADÊ, MÎT'Ê ÇEK DA ME'
M.H. ê piştî perwerdeya leşkerî berê xwe da Girê Spî, da xuyakirin ku wî gelek caran ji dayîna alîkariya leşkerî û lojîstîk a MÎT'ê ya ji DAIŞ'ê re şahidî kiriye. M.H. got, "Piştî ku çûm Til Ebyadê, şevekê saet di 01:30 de bi du wesayîtên sivîl em çûn deriyê sînor ê Tirkiye-Til Ebyadê. Piştî ku me xwe gihand deriyê sînor ê Tirkiyeyê, ber bi rojhilat ve bi qasî 30 kîlometre em di ser sînor re çûn. Em 10 kes di 2 picup'an de bûn. Li vê derê Ebû Alî Eşşerîa di wesayîtekê de disekinî. Wesayît sivîl bû, lê 3 kesên tê de kincên leşkerî li wan bûn.
Piştî me silav dan hev, Ebû Alî bi fermandarê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve ji cem me çû û bi qasî nîv saetê bi hev re axivîn. Me jî bi yên ji aliyê Tirkiyeyê re hatin, alavên leşkerî yên hatin anîn xistin wesayîtên xwe. Çekên anîn bi giştî 10 qase bûn. Piştî ku me çek li wesayîtên xwe bar kir, Ebû Alî jî axaftina xwe ya bi fermandarê Tirk re qedand."
M.H. da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê ji îstîxbarata Tirk re digotin dostên me û got, "Vê hevdîtinê 20 deqeyan dewam kir. Em li wesayîtên xwe siwar bûn û ji sînor çûn. Em vegeriyan mala Ebû Alî. Min di rê de ji Ebû Alî pirsî ku kesên me bi wan re hevdîtin kirin kî ne? Wî jî got 'dost in' yanî MÎT a Tirk e (îstîxbarat) e."
M.H. got, "Piştî ku em vegeriyan Til Ebyadê, piştî çend rojan telefonek ji Ebû Alî re hat. Ebû Alî ji min re got ku ji bo biçim cihekî divê xwe amade bikim. Min xwe amade kir û bi Ebû Alî re m careke din çûn ser sînorê Til Ebyadê cihê me çek jê wergirt. Kesên hatin min bibin, heman kes bûn. Kesên ku me çek ji wan girtibûn, em pêşwazî kirin. Wan ê ez bibira. Dema ku me çek wergirt, ji ber ku şev bû, min rûyê van kesan nedîtibû. Lê belê vê carê ji ber ku sibe bû, min rûyê wan dît.
Ev kesên ji MÎT a Tirk min birin Rihayê. Ez li Rihayê 6 mehan mam. Derbasî Kobanê bûm û li wir hatim girtin. Dema li Rihayê mam, min alîkariya dewleta Tirk a bi awayekî fermî ji DAIŞ'ê re dikir, dît. Navê kesê ku ev alîkarî dikir, Îsmaîl bû."
M.H. diyar kir ku çeteyên li Rojava û Sûriyeyê sûcê li dijî mirovahiyê dikin, ji welatên cuda yên cîhanê tên Tirkiyeyê û ji vir jî bi hêsanî derbasî Sûriyeyê dibin. M.H. bal kişand ser rola wezîfedarên Tirk a di vir de û got, "Yekîneyên ku kesên ji her derê tên pêşwazî dikin, mirovên bi me re di nava têkiliyê de ne. Çend ji van polîs in, çend ji wan DAIŞ'î ne ez nizanim. Lê belê ne pêkane ku mirov rêwîtiyeke ewçend dirêj bêyî alîkariay dewletê derbas bikin. Destekek vekirî hebû û kes jî li dij dernediket.
Wezîfedarên fermî yên dewletê bi taybetî wezîfedar kiribûn ji yên hatin û min re gotin, ku li aliyê Kobanê wezîfeyek heye û divê em biçin. Yê ku ez derbasî Kobanê kir îstîxbarata Tirk bû. Li pêş çavên leşkeran ez derbasî Kobanê bûm. Piştî ku derbasî Kobanê bûm, hatim girtin."
AMBÛLANSÊ TIRK BIRÎNDARÊN DAIŞ'Ê JI SÎNOR RADIKIN
M.H. anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê yên di şer de birîndar dibin, ji aliyê Dewleta Tirk ve tên tedawîkirin û got, "Ez ji bo wezîfeyek taybet çûbûm Til Ebyadê. Lewma min hemû rewşa li sersînor ji nêz ve dişopand. Endamên DAIŞ'ê yên li Til Ebyadê birîndar bûn, bi ambûlansên dewletê radikirin Riha û Dîlokê. Ambûlansên dewletê ji bo vê yekê timî li ser sînor amade bûn.
Nexweşxaneyên ku endamên DAIŞ'ê yên birîndar lê dihatin dermankirin jî, ji aliyê endamên MÎT'ê yên bi kincên spî ve dihatin parastin. Bi ti awayî kesek nikarîbû biketa vê herêmê. Destûr nedihat dayîn ku nexweşên DAIŞ'ê bên dîtin."
BARÊ TIR'ÊN ALÎKARIYÊ YÊN JI BO ME; LI JORÊ XWARIN, LI BINÊ WÊ ÇEK BÛ
M.H. da xuyakirin ku dewlet alîkariya xwe ya ji bo DAIŞ'ê bi giranî di bin navê alîkariya însanî de dike û got, "Me pêwîstiya xwe ya çek û cebilxaneyan ji berê ve radigihandin. Dewleta Tirk bi rêya MÎT'ê ev pêwîstiyên me bi TIR'an dişand. Ji bo çek û cebilxane deşîfre nebe, madeyên xwarinê datanîn ser çek û cebilxaneyan. Piştî me çek jê derdixist, me xwarin jî ji eniyên endamên DAIŞ'ê lê bûn, dişand. Piraniya van TIR'an jî li ser navê saziya alîkariyê ya bi navê ÎHH dihatin."