YSK, dem û pîvanên dengdayînê aşkera kir
YSK, dema dengdayîna ji bo hilbijatrinên 1'ê Mijdarê aşkera kir. Li gorî vê yekê, tevî bajarên Kurdistanê li 32 bajaran dengdayîn wê saet di 07:00 de destpê bike û saet di 16:00 de bi dawî bibe.
YSK, dema dengdayîna ji bo hilbijatrinên 1'ê Mijdarê aşkera kir. Li gorî vê yekê, tevî bajarên Kurdistanê li 32 bajaran dengdayîn wê saet di 07:00 de destpê bike û saet di 16:00 de bi dawî bibe.
Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), dem û pîvanên dengdayîna ji bo hilbijartinên Serdema 26. a Parlamenteriyê ya 1'ê Mijdarê aşkera kir.
Li gorî vê yekê, tevî bajarên Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlik, Bedlîs, Amed, Elezîz, Erzîngan, Erzîrom, Dîlok, Gîresûn, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordû, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Baybûrt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kîlîsê li 32 bajaran wê dengdayîn saet di 07:00 de destpê bike û saet di 16:00 de bi dawî bibe. Li bajarên li derveyî van bajaran jî wê dengdayîn di navbera saet 08:00-17:00 de pêk were.
'EZ Ê LI KU DERÊ DENGÊ XWE BI KAR BÎNIM'
Hilbijêr wê li sindoqa kaxiza dengdayînê ji navnîşana lê ye hatiye şandin, dengê xwe bi kar bîne. Yên ku kaxizên agahdariyê negihaştine wan, dikarin ji navnîşana "htpps://secmen.ysk.gov.tr/ysk/secmenBilgiYurtici.jsp" peyda bikin bê wê li ku derê dengê xwe bi kar bînin.
Ji bo dengdayînê jî, nasname yan jî belgeyeke fermî ya bi wêne û nûmaraya nasnameyê, divê hilbijêr bi xwe re bibe cihê dengdayînê.
Bi telefon an jî makîneya wêne û dîmenan dikişîne, hilbijêr nikare bikeve cihê dengdayînê.