Li Agirî 13, li Rihayê 5 binçavî

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tên meşandin de li Agirî 13 kes, li Serêkaniyê jî 5 kes hatin binçavkirin.

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tên meşandin de li Agirî 13 kes, li Serêkaniyê jî 5 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Agirî Giyadînê, polîsan di heman demê de avêtin ser malan. Di serdegirtinan de, Hevserohên DBP'ê yên Giyadînê Şehrîban Ozden û M. Nûrî Sari, birayê wî Faruk Sari, Nûnerê MEYA-DER'ê Cenap Îlboga û Ferhat Orûç, Harûn Kahraman, Alî Gore, Azad Çîftçî, Omer Vûral, Fevzî Yeşîl, Dînçer Varol û Selîm Bîrgul û keyayê taxa Tapî Cemal Kartal hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Agiriyê. 

Hevşaredarê Giyadînê Nîzamettîn Ozden ê li taxa Davût rûdinê û gelek rêveberên partiyê jî ji ber ku ne li mala xwe bûn nehatin binçavkirin. 

LI SERÊKANIYÊ 5 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li navçeya Riha Serêkaniyê jî serê sibehê di serdegirtinên malan de xebatkarê şaraderiyê Abdurrahîm Ergul, Mehmet Emîn Ergul, Reşat Kirdar û Mehmet Demîrtaş hatin binçavkirin.  Welatiyê bi navê Sehrat Kirdar ê û bi hinceta îfadeya wî heye gazî emniyetê hate kirin jî hate binçavkirin. 5 kesên ku sedema binçavkirinên wan nehat zanîn li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê tên ragirtin.