Ji bo şermezarkirina komkujiya Enqereyê, xeleka ji mirovan
Li bajarê Elmanya Nurnbergê, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Enqereyê, xeleka ji mirovan hat çêkirin.
Li bajarê Elmanya Nurnbergê, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Enqereyê, xeleka ji mirovan hat çêkirin.
Çalakî duh êvarê saet di 18:30 de li kolana mafên mirovan hat lidarxistin. Ji bo bîranîna mirovên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane, find hatin vêxistin.
Di axaftinên li çalakiya ku gelek Elman, Kurd û Tirk lê amade bûn de hat ragihandin, ku li pişt komkujiyên Mereş, Sêwas û Pirsûsê kî hebin, heman zîhniyetê li pişt komkujiya li Enqereyê ye. Qisekeran gotin, "Em ê ti carî dest ji berpirsyarên vê komkujiyê bernedin."
Di çalakiyê de bal hat kişandin ser rola AKP'ê ya di komkujiyê de û hat destnîşankirin, ku ya hedef hatiye girtin projeya HDP'ê ye.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî piştgiriya navneteweyî" bi dawî bû.