Komkujiya Enqereyê wê bikeve rojeva NY

Komkujiya li Enqereyê wê bibe mijara civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY).

Komkujiya li Enqereyê wê bibe mijara civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY).

Li gorî nûçeya DÎHA'yê, parêzera Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Senem Doganoglû, bal kişand ser rola dewletê ya di komkujiyê de û got, "Li pêşberî me dewletek heye ku bi zanebûn û bi daxwaza xwe, Statuya Roma ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî nas nake, heye." 

Parêzer Doganoglû got, "Weke yek ji xeleka komkujiyan, ji bo Komkujiya Enqereyê biçe ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, em plan dikin ku serî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bidin."