Komkujiya Enqereyê li Şîlî û Arjantînê hat protestokirin
Li ser banga Partiya Komunîst a Arjantînê û UCA (Unipon Cultural Armania) Yekîtiya Çandê ya Ermeniyan, girseya gel li Kolana Federîco Lacroze civiya, heta ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Arjantînê meşiya.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
în, 23 kewçêrê 2015, 09:39
Nerazîbûnên li hemberî Komkujiya Enqereyê ya 10'e Cotmehê dewam dikin. Komkujî li Arjantîn û Şîlî bi xwepêşandanên girseyî hat protestokirin.
Li ser banga Partiya Komunîst a Arjantînê û UCA (Unipon Cultural Armania) Yekîtiya Çandê ya Ermeniyan, girseya gel li Kolana Federîco Lacroze civiya, heta ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Arjantînê meşiya.
Girseya gel a dowîzên bi nivîsa "Kujer Erdogan, kujer Dewleta TC" hilgirt, piştî meşê li ber Sefaretxaneya Bilind bi qasî 2 saetan mîtîngek lidar xist. Di axaftinên li mîtîngê de hat ragihandin ku berpirsyarê komkujiyên Amed, Pirsûs û Enqeeryê, hikûmeta AKP'ê û dewleta TC a bi serkêşiya Erdogan e. Çalakgeran xwestin, ku ji bo Erdogan û hemû berpirsyarên din li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bên darizandin, tavilê ya pêwîst bê kirin.
Çalakgeran dirûşmên "Bijî HDP", "ji Ocalan re Azadî", "Aştî aniha", "kujer Erdogan", "kujer Dewleta Tirk" qîriyan û bang li hemû saziyên Arjantînî û Latîn Amerîkanî kirin, ku destekê bidin gelên Tirkiyeyê û HDP'ê.
Li aliyê din, li ser banga zêdeyî 20 rêxistinan, ku yek jê Komîteya Piştevaniyê ya Arjantîn-Kurdistanê ye, bi qasî 200 kes li ber saziya Rêyên Hewayî a Tirk a li Bûenos Aîresê kom bûn û komkujiya Enqereyê şermezar kirin.
Di axaftinên li xwepêşandanê de hat gotin, "Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriyeke aştiyane ya bi PKK'ê re, em ê dest ji dewleta Tirk neqerin." Her wiha hat ragihandin ku ew ê rê nedin kampanya reşkirina berxwedana Rojava û destûrê nedin ku HDP, PKK, YPG/YPJ bê krîmînalîzekirin.
Dayikên Gulanê yên Arjantînê jî ku her Pêncşemê li Meydana Gulanê dicivin, di salvegera 38. a çalakiyên xwe de mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn.
Di vê navberê de li ser banga rêxistin û saziyên di bin sîwana Komîteya Piştgiriyê ya Şîlî-Kurdistanê de cih digirin, girseya gel li ber Sefaretxaneya Bilind a TC ya li paytexta Şîlî Santîago civiyan.
Di xwepêşandanê de pankarta bi nivîsa "Kujer Erdogan" hat vekirin û hat ragihandin ku Erdogan û hikûmeta AKP'ê bi awayekî vekirî welatiyên xwe qetil kiriye.
Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Kujer Erdogan" li dîwarên sefaretxaneyê daliqandin û ji bo bîranîna mirovên li Enqereyê hatin qetilkirin, find vêxistin.