Hêzên YPG / YPJ’ê bersiva pêwîst dan êrîşên çeteyan

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku YPG’ê bersiva pêwîst daye êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên 19, 20 û 21’ê Cotmehê ji baregehên xwe yên li Cerablûs û Reqa bi hawan û çekên giran li dijî çeperên hêzên wan pêk anîne.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku YPG’ê bersiva pêwîst daye êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên 19, 20 û 21’ê Cotmehê ji baregehên xwe yên li Cerablûs û Reqa bi hawan û çekên giran li dijî çeperên hêzên wan pêk anîne.

YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku 19, 20 û 21’ê Cotmehê çeteyên DAIŞ’ê ji baregehên xwe yên li Cerablûs û Reqa bi hawan û çekên giran li dijî çeperên hêzên wan êrîş li dar xistin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku komên çeteyan bi hawan û çekên giran ve êrîş birin li ser başûrê bajaroka Eyn Îsa, bakur û rojavayê bajaroka Sirîn, gundê Qereqozax û herêma Şêxlera Jorîn û got: “Hêzên me di asteke pêwîst de bersiv dan êrîşên çeteyan."

YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir: "21’ê Cotmehê hêzên me li hember çeteyên El Nusra operasyonek li dar xistin. Operasyona ku li hember çeteyên li çerxarêya Begdin a Helebê xwe bi cih kiribûn hat lidarxistin de maşînek leşkerî bi temamî hatiye rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin.

21’ê Cotmehê hêzên me bi armanca paqijkirina mayinên çeteyan a di navbera Girê Spî û Silûk hatibûn çandin operasyonek li dar xistin. Di encama vê operasyone de hejmarek zêde mayinên çeteyên DAIŞ’ê çandibûn ji aliye hêzên me ve hatin paqijkirin.

22’ê Cotmehê di saetên sihare çeteyên DAIŞê li başûrê bajaroka Silûk hewldan êrîşek li dar bixin. Piştî êrîşê li dijî gundê Xazli hat lidarxistin, li qadê pevçûnek dem kurt hatin jiyîn. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê herême nehat zelalkirin. Komên çeteyan ku neçar man ji qadê birevin li dijî heman herême bi fûzeyên Katuşa êrîş li dar xistin.

22’ê Cotmehê di saetên sihare çeteyên DAIŞ’ê li herême Xatuniyê ya giredayî Hol êrîşek li dar xistin. Êrîşê çeteyan a herêma nêzî gundê Xîzela hedef digirt ji aliyê hêzên me ve hatiye bersivandin.”