Li herêma Geliyê Doskî ya Geverê, operasyon û şerê di 4'ê Cotmehê de destpê kir, dewam dike. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, ji hewayî ve leşker, çek û cebilxane ji bo herêmê tên veguhastin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, ku operasyoneke dorfireh a leşkerî bi rojane lê dimeşe, tevgera helîkopteran heye. Duh êvarê bi dehan helîkopter ji Fermandariya Tumenê ya Navçeyê û Tabûra Efeyan rabûn û leşker û cebilxane veguhast qadên operasyonê Geliyê Doskî, Bînbîr, Sat, Şitazîn, Weregoz û Kepîrê.
Li herêmê, ji ber ku ji bejahî ve nikarin biçin, leşkerên 'bordo berelî' ji hewayê ve bi çek û cebilxaneyan, bi şev hatin veguhastin.
Her wiha ji qereqolên Kamişli, Têlane, Rahmo, Yeşîltaş û tabûra Oremarê tevahiya şevê top û obus hatin avêtin.