Yuksekdag: Baweriya xwe careke din bi me bînin

Yuksekdag li Sêrtê civîna çapemeniyê lidar xist û ev bang li gel kir: "Ji me her tim bawer bikin". Yuksekdag diyar kir ku tevî gefên AKP'ê jî ew ê ji rêya xwe venegerin û destnîşan kir, ku navenda pêkanîna komkujiyan Qesr e.

Yuksekdag li Sêrtê civîna çapemeniyê lidar xist û ev bang li gel kir: "Ji me her tim bawer bikin".  Yuksekdag diyar kir ku tevî gefên AKP'ê jî ew ê ji rêya xwe venegerin û destnîşan kir, ku navenda pêkanîna komkujiyan Qesr e.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Sêrtê civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civîna li avahiya HDP'ê ya Bajarê Sêrtê de Hevşaredarên Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemîr û Tûncer Bakirhan, Parlamenterên HDP'ê yên Sêrtê Hatîce Sevîptekîn, Kadrî Yildirim, namzetên HDP'ê yên Parlamenteriyê yên Sêrtê Besîme Konca û Fatîh Dalgali, rêxstinên DBP û HDP'ê yên bajar û navçeyan û nûnerên gelek saziyên li Sêrtê amade bûn.

'DARBE KIRIN'

Yuksekdag diyar kir ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li Sêrtê jî gel vîna xwe ya azad teslîmî wan kir û got, "7'ê Hezîranê ji bo her kesî bû hêvî û nûbûneke mezin. Lê belê me dît, ku yên naxwazin em kêfxweş bibin, hilbijartinên 7'ê Hezîranê tine hesibandin."

Yuksekdag da xuyakirin, ku tinehesibandina hilbijartinên 7'ê Hezîranê, darbeyeke sivîl e li hemberî vîna azad a gel hatiye kirin û destnîşan kir, ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê welat ketiye rewşeke welê ku ji aliyê qesrê ve tê birêvebirin.

'KOMKUJÎ JI ALIYÊ QESRÊ VE TÊ PÊKANÎN'

Yuksekdag anî ziman ku hemû mirin û komkujiyên rû didin, ji ber qesrê ne û got, "Em bi hikûmeteke nêkarhatî û têrnekêr re rû bi rû ne. Li holê Serokwezîrekî ku hay jê nîne çi dibêje, serokwezîrek û desteyeke wezîran a hilbijartinê ya hatiye wezîfedarkirin heye. Niha her kes dipirse ku rewşa agirbestê ya 7'ê Hezîranê, bi çi rengî veguherî rewşeke şer. Çarnûsa her kesên li Tirkiyeyê bi 400 parlamenteran û serokatiyê ve hatiye girêdan. Dixwazin hemû berê rêyên siyaseta Tirkiyeyê li serokatiyê be û wê xwedî bikin. Lê belê kar hemû, bi dîkta Qesrê nameşe, nabe."

'DEV JÊ BERNEDIN'

Yuksekdag axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Di 7'ê Hezîranê de we ji me bawer kirin. Dev ji vê baweriya xwe bernedin. Careke din bawer bikin, vê carê bila baweriya we mezintir be. Hewl didin bi zilmê me bitepisînin. Lê belê êdî li pêşberî wan gelekî ku bi lêdanê were kolekirin nîne. Îro li Sêrtê mirovên me yên cara yekê deng dan me, tên tehdîtkirin. Yên ku me sûcdar dikin û dibêjin 'bi gefan dengan berhev dikin', bêyî li ber xwe bikevin radibin gefê li mirovên deng dane me dixwin. Wê hesabê vê bidin. Û ez ji mirovên me yên rastî wan gefan tê re dibêjim; li pêşberî vê zilmê, li pêşberî vê bêexlaqiyê ti carî serî netewînin. Ji gel bawer bikin, ji Xwedê bawer bikin. Ev rêxistinbûyîn, ev siyaseta ku bi gefê dengan berhev dike, êdî ne ji gel ne jî ji Xwedê ditirse. Û êdî gel jî ji wan bawer nake."

Fîgen Yuksekdag diyar kir ku di 1'ê Mijdarê de wê vîna azad a Tirkiyeyê bi ser bikeve û got, "Em li pişt îdîa xwe ne. Ji ber vê yekê me gotin bi biryardarî û bi înad. Û ew baş dizanin ku eger em înad bikin, em ê bi ser bixînin. Vê carê me bi du qatan zêdetir înad kirin. Di 1'e Mijdarê de em ê dengên xwe zêde bikin û vê maratona hilbijartinê biqedînin."

'TIRKIYE WELATEKÎ EWLE NÎNE'

Yuksekdag da xuyakirin ku Tirkiye êdî welatekî ewle nîne û diyar kir, ku berpirsyarê vê yekê jî desthilatdariya siyasî ye. Yuksekdag ragihand ku weke HDP wan desthilatdariya siyasî hişyar û rexne kirine û got, "Me ji wan re got, di bin navê 'stratejiya kûr' de bes DAIŞ'ê destek bikin. Lê belê hişyariyên me ji nedîtî ve hatin û desteka xwe ya ji bo DAIŞ'ê dewam kirin. Komkujiyên li Pirsûs, Amed, Enqereyê, encam û berhema hevpariya desthilatdariya siyasî û şebekeyên qetlîamê ne. HDP di hedefa van êrîşan de hat bicihkirin. Agahî hene ku wê li hemberî min û Selahattîn Demîrtaş sûîqestê bikin. Lê belê ev tedbîrên ewlekariyê yên îro li vir girtine, berê nedigirtin."

'DESTHILATDARÎ GEFÊ LI ME DIXWE, LÊ EM Ê JI RÊYA XWE VENEGERIN'

Yuksekdag got, "Gelek caran bi gotina 'bi fîşekekê tu yê bê xwarê' gef li min xwarin parlamenterên desthilatdariya siyasî. Bi gotin û daxuyaniyên xwe re gelek caran Selahattîn Demîrtaş hedef nîşan dan van nûner û berdevkên desthilatdariya siyasî. Ji Serokkomar heta wezîr û Serokwezîr, hemûyan bi awayekî vekirî gef li me xwarin. Hînê jî gefê dixwin. Lê belê vana nikarin me ji rêya me vegerînin."