Li Viyanayê civîna li ser Sûriyeyê
Rûsya, DYA, Erebîstana Siûdî û Tirkiye, li paytexta Awûstûrya Viyanayê îro civînekê li ser rewşa li Sûriyeyê lidar dixin.
Rûsya, DYA, Erebîstana Siûdî û Tirkiye, li paytexta Awûstûrya Viyanayê îro civînekê li ser rewşa li Sûriyeyê lidar dixin.
Li gorî nûçeya AFP'ê, di civînê de wê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry û nûnerên Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê beşdarî civînê bibin.
Civîneke bi heman rengî berî çend rojan di navbera Serokdewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn û Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad de li Moskowayê hatibû lidarxistin.