'Şehîdgeha Şêx Seîd’ tê topbarankirin
Piştî herêma li Pîran a Amedê ya “Şehîdgeha Şêx Seîd” lê ji aliyê qeymeqamtiyê ve wek “herêma ewlekariya taybet” hat îlankirin li hember qadê topbaran hat destpêkirin.

Piştî biryara qedexeyê ya qeymeqamtiyê gelek welatiyên ku di nav wan de rêveberên HDP, DBP’ê jî hebûn xwestin biçin herêmê ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatin astengkirin. Ji ber destûr nehat dayîn heyet vegeriya navçeyê.
Li gel vê hat dîtin ku leşkerên li Tabûra Jendermeyan a Pîran û li Bendava Firat Kizil bi cih bûne, herêma “şehîdgeh” lê topbaran dikin. Topbaran ji navçeyê ve tê xuyakirin. Dengê teqînan ji herêmê xuya dike.