BI DÎMEN

Ji HDP’yiyên Swîsreyê bang: Dîktatorek bi dengekî dikeve!

Hilbijêrên li Swîsre diçin ser sindoqan, piraniya hilbijêrên diçin ser sindoqan jî hilbijêrên HDP’yî ne.

Hilbijêrên li Swîsre diçin ser sindoqan, piraniya hilbijêrên diçin ser sindoqan jî hilbijêrên HDP’yî ne. Li gor çavdêriyan, tevlîbûna hilbijartinên 1’ê Mijdarê li gor hilbijartinên 7’ê Hezîranê kêm in, hilbijêrên HDP’yî bang li her kesî kirin ku di van 2 rojên dawî de biçin ser sindoqan û ji bo aştiyê dengê xwe bikar bînin.

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Swîsre dengê xwe li sindoqên Sefaretxaneya Tirkiye ya Bern, konsolosxaneyên Tirk ên Zurîh û Cenevre hatine danîn, bikar tînin.

Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de, HDP’e li Swîsreyê di dengan de gihişt ji sedî 47’an û bû partiya yekemîn. Her çiqasî hejmar ne di asteke hatibû hêvîkirin de be jî li tevayî Swîsreyê û gumrikan hejmara kesên ku dengê xwe bikar anîbûn nêzî 40 hezarî bû.

Dildarên HDP’ê yên Swîsreyê xwestin serketina 7’ê Hezîranê di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de pêşdetir bixin, her wiha zêdekirina hejmara kesên ku biçin ser sindoqan jî ji xwe re kirine armanç.

Ji 25’ê Cotmehê ku dîroka destpêka dengdayinê ye, heta îro li 3 navenda bi giştî 31 hezar 826 kes çûn sindoqan û dengê xwe bikar anîn, her çiqasî piraniya vê hejmarê hilbijêrên HDP’ê bin jî, dildarên HDP’ê dixwazin vê hejmara di van du rojên dawî de bilindtir bikin.

Her wiha dengdayin ket 3 rojên dawî, hilbijêrên neçûbûn ser sindoqan jî her diçe bi awayekî zêde diherikin ser sindoqan.

Ji saetên sibê ve li ber Konsolosxaneya Zurîhê rêzên dirêj çêbûn, hilbijêrên HDP’yî bal kişandin ser bûyerên Kurdistanê û Tirkiyeyê û bang li her kesî kirin ku bila werin sindoqan û ji bo HDP’ê dengê xwe bikar bînin.

Hilbijêr dibêjin, “Dîktator bi dengekî dikevin” û hişyar kirin ku kesên heta niha neçûne ser sindoqan û dengê xwe bikar nanîne, di bin her şert û mercî de pêwîst e van 2 rojên dawî biçin sindoqan û dengê xwe bikar bînin.