Li Zanîngeha Essen fîlmê Nû Jîn hat nîşandan

Belgefîlmê Nû Jîn ê berxwedana Kobanê dike mijar bi organîzasyona Yekîtiya Xwendekarên Kurd (YXK) li Zanîngeha Duîsburg-Essen hat nîşandan.

Belgefîlmê Nû Jîn ê berxwedana Kobanê dike mijar bi organîzasyona Yekîtiya Xwendekarên Kurd (YXK) li Zanîngeha Duîsburg-Essen hat nîşandan.

Belgefîlm ku saet 18.00’an hat nîşandan zêdetirî 200 kes beşdar bûn.  

Piştî nîşandana belgefîlm derhêner Veysî Altay bersiv da pirsan.

'HEVALÊN MIN EW KIŞANDIN ŞEHÎD KETIN'

Altay got: "Dema ji bo nûçeyan ez li herêmê bûm min jiyana rojane ya gerîlayên YPJ û YPG’ê kişand. Paşê hevalên min ew kişandin şehîd ketin. Wek dilsoziya bi bîranîna wan re min xwest tiştên min kişandine mayînde bikim.”

Ciwanên YXK’yî yên li Zanîngeha Essen-Duîsburg jî diyar kirin ku armanca wan aktîvîteyên wiha ragihînin ciwanên li Ewropayê jî.

...