Operasyonên qirkirina siyasî li Stenbol, Mêrdîn û Manîsayê dewam kirin

Li Stenbolê polîsan avêtin ser gelek malan. Li Stenbolê ciwanek hat binçavkirin û li Manîsayê jî ji 14 kesên hatin binçavkirin 6 kes hatin girtin.

Li Stenbolê polîsan avêtin ser gelek malan. Li Stenbolê ciwanek hat binçavkirin û li Manîsayê jî ji 14 kesên hatin binçavkirin 6 kes hatin girtin. 

Polîsên ser bi Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê, danê sibehê avêtin ser gelek malên li navçeyên Stenbol Beyoglû, Sûltanbeylî û Bayrampaşayê. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku di nava binçaviyan de kurê namzetê HDP'ê yê Parlamenteriyê Azîz Tûnç Hayrî Tûnç jî heye.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, polîsên sivîl û tîmên taybet bi wesayîtên zirxî û Ford Ranger avêtin ser maleke li Taxa Selahaddî Eyyûbî û ciwanê bi navê Pêşger Îlhan kirin binçavan.

LI MANÎSAYÊ 6 KES HATIN GIRTIN

Li navçeya Manîsa Sarûhanliyê, 14 kesên di serdegirtinên malan ên roja 19'ê Cotmehê de hatin binçavkirin, piştî ragirtina li emniyetê îro derxistin edliyeyê. Piştî wergirtina îfadeya wan hevserokê HDP'ê yê Navçeya Sarûhanliyê Suleyman Kaban, Ayşe Karagoz, hesabgirê navçeyê Halîl Aydemîr, xebatkara ciwanan Gulciwan Demîr, Xebat Aydemîr û Mehmet Aydemîr hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Manîsayê.