Dengdayîna li Swêdê di 24-25'ê Cotmehê de pêk tê

Hilbijêrên li Swêdê, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, wê di 24 û 25'ê Cotmehê saet di navbera 09:00-21:00 de li Kîsta Massan (Fûara Kîsta) ya Stockholmê dengê xwe bi kar bînin.

Hevnûnerê HDP'ê yê li Swêdê Hasan Bozlak da xuyakirin, ku HDP li Swêdê ji bo hilbijartinê amade ye û destnîşan kir, ku encama di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de derkeve holê, ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû bindestan û pêşeroa Tirkiyeyê wê diyarker be.

Bozlak, ji bo dawî li polîtîkaya şer, zordarî û talanê ya AKP'ê bê anîn, ji bo Tirkiyeyeke hîn adîl, demokratîk û wekhev, bang li hilbijêrên li Swêdê dijîn kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê.

Tevî Federasyona Elewiyan li Swêdê, Meclîsa Jinê ya Amara, Komeleya Piştgiriya Mezopotamyayê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê bi dehan rêxistinên civakî yên sivîl daxuyanî dan û destnîşan kirin, ku yekane rêya pêşîgirtina li polîtîkayên şer ên AKP'ê û pekanîna aştiya mayînde li welêt, serketina HDP'ê di hilbijartinan de ye.

Rêxistinên civakî yên sivîl, bang li hilbijêrên li Swêdê dijîn kirin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê.

Bi rêya medya civakî jî Kurdistanî û dostên wan bang li hilbijêrên li Swêdê dijîn dikin, ku dengê xwe bidin HDP'ê.

Hat ragihandin ku HDP'ê ji bo hilbijêrên li hin bajarên Swêdê bibe ser sindoqan, otobus amade kiriye. Kesên ku dixwazin bi awayekî bê pere bi van otobusan biçin ser sindoqan û vegerin, tê xwestin ku bi rêya van nûmarayên telefonan têkiliyê deynin:

Göteborg 073 720 05 95/ 070 643 36 33, Jönköping 073 720 05 95, Borås 073 720 01 95, Malmö-Lund 070 018 88 00/ 076 390 92 50, Uppsala 072 038 91 42, Borlänge 070 759 36 61, Växjö-Kalmar-Kiristinastad- Hässleholm 070 845 64 69, Halmstad 070 142 99 74, Helsingborg-Landskrona-Ängleholm 073 739 43 03, Avesta 070 759 36 61, Örebro 076 307 92 70, Gävle 070 754 27 61, Östersund-Sundsvall 072 722 26 21