HDP'ê qutbûna elektrîk û înternetê ya li Colemêrgê xist rojeva Meclîsê. Di pêşniyar pirsa HDP'ê de hat gotin, "Li cihên ku partiya me dengekî zêde bi dest dixe, gelo qutbûna înternet û elektrîkê rewşeke rasthatî ye?"
Parlamenterên HDP'ê yên Colemêrgê Nîhat Akdogan, Abdullah Zeydan û Selma Irmak, qutbûna elektrîk û înternetê ya li herêma Colemêrgê xistin rojeva Meclîsê.
'GEL BI ENDÎŞE YE'
Di pêşniyar pirsa ku pêşkêşî Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû hat kirin de parlamenteran diya rkirin, ku qutbûna elektrîk û înternetê beriya hilbijartinê, di nava gel de li ser zelalî û ewlekariya hilbijartinê rê li ber endîşeyan vekiriye.
Parlamenteran gotin, "Ji bo ku nêrîna neyînî ya li ser hilbijartinan ji holê bê rakirin û pêşî li nerazîbûneke di nava raya giştî ya navneteweyî de li ser vê mijarê were girtin, em bang li hikûmeta we dikin ku bi cidiyet û berpirsyarî tevbigerin."
Parlamenterên Colemêrgê ji Davûtoglû xwestin bersiva van pirsan bide:
"Sparteyeke hiqûqî ya qutbûna elektrîk û xetên înternetê heye?
Eger hebe, li gorî kîjan madeyên qanûnê ev yek tê kirin?
Bi qutkirina înterneta mobîl re, ku heman piştî rûdana bûyerên civakî derket holê û mafê agahîwergirtinê yê welatiyan binpê dike, çi tê xwestin?
Qedexeya weşana malperan ku heman piştî Komkujiya Pirsûsê ket rojevê û niha jî qutbûna xetên mobîl ên înternetê, ji aliyê we ve hatiye lêkolînkirin?
Bi taybetî li cihên partiya me dengekî bilind lê werdigire, gelo qutbûna elektrîk û xetên înternetê, rewşeke rasthatî ye?"