Leşkerên Tirk êrîşî “Şehîdgeha Şêx Seîd” kirin

Leşkerên li çoltera Taxa Pîrêjman a navçeya Pîranê derketin operasyonê Şehîdgeha Şêx Saîd a gorên gerîlayên PKK'ê lê hene, gor, mizgeft û mêvanxane xera kirin.

Leşkerên li çoltera Taxa Pîrêjman a navçeya Pîranê derketin operasyonê Şehîdgeha Şêx Saîd a gorên gerîlayên PKK'ê lê hene, gor, mizgeft û mêvanxane xera kirin.

Piştî êrîşa li dijî gorên gerîlayên PKK'ê ên li Gimgim, Licê, Dêrsim û Cûdiyê vê carê jî leşkeran êrîşî Şehîdgeha Şêx Saîd a li navçeya Pîranê ya Amedê ye kirin. Goristana ku li Taxa Pîrêjman a Pîranê ye gor, mizgeft û mêvanxane ji aliyê leşkeran ve hatin xerakirin.

Bîra sondajê ya pêdiviyên avê ya Taxa Pîrêjmanê bi cih tîne û ji aliyê DÎSKÎ'yê hatibû vekirin, kaniya dîrokî ya li herêmê, trafoya elektrîkê jî ji aliyê leşkeran ve hate texrîbkirin, Piştî ku operasyona leşkerî bi dawî bû welatî û parlamenterên HDP'ê hatin herêmê. Dema ku hatin herêmê hin welatiyên ku dîtin Şehîdgeha Şêx Saîd bi teqemeniyan ve hatiye xerakin hestewar bûn û giriyan.

Parlamentera HDP'ê Çaglar Demîrel bal kişand li ser dîmenên dîtine û wiha axivî: "Li Kurdistanê bi fermana AKP'ê û yê qesrê îbadetxaneyên gelê me, mizgeft û goristan tên bombebarankirin. Ev qetlîam hemû ji aliyê kesên ku dibêjin li ser navê ol derketine rê tê kirin."

Demîrel bilêv kir ku gelê Kurd li dijî êrîşan bêdeng namîne û ew vî êrîşê şermezar dikin.