Balûken: Weşandina nûçeyên li ser navê Ocalan bê exlaqî ye

Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken tevî ku ti hevdîtin tine ye weşandina nûçeyên li ser navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî "bê exlaqî" bi nav kir.

Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken tevî ku ti hevdîtin tine ye weşandina nûçeyên li ser navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî "bê exlaqî" bi nav kir. Balûken got ku "Rastiya di holê de ew e ku tecrîd berdewam dike" û ji gel xwest ku guhê xwe nede van nûçeyan.

Îro di Rojnameya Haberturk de nûçeyek bi navê "Ocalan: Hem li Sûriyeyê hem li Tirkiyeyê bi ser neketin" hate weşandin û di nûçeyê de hate îdîakirin ku heyeta dewletê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku ji 5'ê Nîsanê pê ve tecrîdek giran li ser dimeşe, hevdîtin kiriye. Di nûçeyê ku nayê zanîn agahiyên wê ji ku hatiye girtin de li ser navê Ocalan tê gotin ku sedema HDP di hilbijartinan de deng winda kiriye ew e ku PKK'ê wî guhdar nekiriye û HDP jî li gel PKK'ê polîtîkayên şaş meşandiye.

Serokwekîlê Koma HDP'ê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken, bi gotinên giran ev nûçe derewand.

'HEYETA DEWLETÊ DEMEK DIRÊJ E NIKARE HEVDÎTIN BIKE'

Balûken da zanîn ku der barê hevdîtinek wiha de ti agahiya wan tine ye û di hefte berê dema bi heyeta dewletê re der barê hewldanên sûîqest û êrîşên li hemberî HDP'ê civiyane, hevdîtina bi Ocalan re jî ji heyeta dewletê pirs kirine, heyeta dewletê jî gotiye ev demek dirêj e ew bi Ocalan re nikarin hevdîtin bikin.

'DIVÊ TECRÎD RABE'

Balûken diyar kir ku tevî ti hevdîtin bi Ocalan re tine ye, AKP hewl dide di çarçoveya rastiyên xwe nêrînek pêş bixe û got ev nûçe jî parçeyekî vê rastiyê ne. Balûken bi bîr xist ku rayedarên AKP'ê beriya hilbijartinê jî daxuyaniyên bi vî rengî pêş dixistin. Balûken anî ziman ku ev daxuyanî di nav demê de pûç derketine û wiha pê de çû: "Beguman raya giştî meraq dike ku wê birêz Ocalan çi bêje. Xuya ye ku AKP, vê bendewariyê dixwaze li gor rastî û polîtîkayên xwe araste bike. Eger nêrînên Ocalan girîng tê dîtin, divê tecrîda li ser wî yekser rabe."

'RASTÎ EV E KU TECRÎT HEYE'

Balûken, der barê hewldanên nûçeyên bi vî rengî jî bi gotinên giran bertek nîşan da û wiha got: "Li aliyekî tecrîd heye. Li aliyê din çêkirina nûçeyên li ser navê Ocalan bê exlaqî ye. Rastiya di holê de ev e ku tecrîd berdewa dike. Nêrînên Ocalan tê asteng kirin." Balûken xwest ku raya demokratîk û gel van nûçeyan cidî negire dest.