Aykol: Zîhniyeta sansûrker wê nikaribe bi me

Hevberpirsyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol destnîşan kir ku ew ê li dijî dîkta qesrê serî netewînin.

Hevberpirsyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol destnîşan kir ku ew ê li dijî dîkta qesrê serî netewînin. Aykol ku pêr tevî Hevberpirsyara Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgu Gundemê û 26 nivîskaran li Çaglayanê îfade da, ji ANF'ê re axivî. Aykol da xuyakirin, ku hikûmeta bi wezîfedarkirina qeyûm re herikîna weşanê ya Îpek Koza guherand, hewl dide bi girtinê çapemeniya Kurd bêdeng bike û got, "Li hemberî van polîtîkayên zordar û sansûrker, em ê serî netewînin, em ê têkoşîna xwe û nûçegihaniya rast bidomînin."

'NE DOZGERÊ ÇAPEMENIYÊ, DOZGERÊ TERORÊ LÊPIRSÎNÊ DIMEŞÎNE'

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, tevî Hevberpirsyarên Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn û Huseyîn Aykol jî di nav de, der heqê 26 rojnamevan û nivîskaran de bi îdîaya 'propaganda rêxistinê' lêpirsîn vekir. Ji ber vê lêpirsînê, rojnamevanê 40 salan Huseyîn Aykol di 6'ê Mijdarê de li edliya Çaglayanê îfade da. Aykol da xuyakirin, ku nûçeyên di rojnameyê de hatine weşandin, di çarçoveya propaganda PKK'ê de hatine nirxandin û anî ziman, ku dema ew derketin pêşberî dozgeriyê, ne dozek, lê du doz derketine pêşiya wan. Aykol da xuyakirin ku li dosya 'propaganda rêxistinê' dosya heqareta li serokkomar jî hatiye zêdekirin. Aykol diyar kir ku divê dozgerên çapemeniyê dozên çapemeniyê bişopînin, lê belê yê ku lêpirsîna wan kiriye Dozgerê Têkoşîna li dijî Terorê Gokhan Gogesigmaz e. Aykol da zanîn, ku dozgerê lêpirsîna wan kiriye, li ser dosyayê ne serwer e û ev yek jî nîşan dide ku lêpirsîn ji bo çavtirsandinê hatiye vekirin.

Aykol anî ziman ku berê dema li binê nûçeyeke nûçegihanan nav tinebû, midûrê karên nivîsê ji nûçeyê berpirsyar dihat dîtin, lê belê bi guhertina dawî ya li Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) re tevî midûrên karên nivîsê, berpirsyarên weşanê jî berpirsyar tên dîtin. Aykol bi vê mînakê, wateya vê rewşê vegot: "Eger ji ber nûçeyekê nûçegihanek 5 salan cezayê girtîgehê werbigire; dema di wê nûçeyê de 26 sernav hebin, hingî 36 caran 5 yanî 130 ceza li min tê birîn."

Aykol ragihand ku sansûra li hemberî çapemeniya Kurd destpê kir, li tevahiya medya mûxalîf belav bûye û destnîşan kir, ku divê serî li ber sansûr û zextê neyê tewandin. Aykol da zanîn, ku hikûmeta bi wezîfedarkirina qeyûm re herikîna weşanê ya Îpek Koza guherand, hewl dide bi girtinê çapemeniya Kurd bêdeng bike û got, "Rojnameyên me 26 caran girtin û her carê em bi rojnameyên nû ji nû ve derketin holê."

Aykol axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Em ê serî netewînin, em ê têkoşîna xwe û nûçegihaniya xwe ya rast bidomînin. Divê rojname û rojnamevan ji van polîtîkayên sansûr û zextê netirsin." Aykol destnîşan kir ku divê bi ti carî tawîz neyê dayîn.