Dogrû yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin spartin axê
Cenazeyê Ferhat Dogrû yê li navçeya Sûrê ya Amedê di êrîşa polîs û tîmên taybet de birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran kesan hat oxirkirin.
Cenazeyê Ferhat Dogrû yê li navçeya Sûrê ya Amedê di êrîşa polîs û tîmên taybet de birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran kesan hat oxirkirin.
Cenazeyê Ferhat Dogrû yê li navçeya Sûrê ya Amedê di êrîşa polîs û tîmên taybet de birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran kesan hat oxirkirin. Xwişka Dogrû Tûba Dogrû di merasîma cenaze de axivî û bang li hemû kesî kir ku piştgiriyê bidin berxwedana Sûrê.
Li navçeya Sûrê ya Amedê duh di encama êrîşa polîsan ciwanê bi navê Ferhat Dogrû yê 18 salî bi giranî birîndar bibû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dogrû bi tevlîbûna hezaran kesan hat oxirkirin. Cenazeyê Dogrû piştî karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê bi dirûşma "şehîd namirin" anîn Goristana Yenîkoyê. Piştî wecîbeyên olî yên li mizgefta goristanê girseyê cenazeyê Dogrû bi meşê birin cihê lê bê definkirin. Nûnerên saziyan û bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn.
Cenazeyê Dogrû bi dûayan û dirûşman hat definkirin. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn rêzgirtin pêk hat û sirûda "Çerxa şoreşê" hat xwendin. Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle di merasîma cenaze de axivî û diyar kir ku divê demildest mirinên li Kurdistanê bi dawî bibin û wiha got: "Divê êdî li ser vê erdnîgariyê rondikên çavên dayikan nebarin. Em ê wek dayik heya dawî xwedî li têkoşîna Ferhat derkevin û em ê têkoşîna wî bilind bikin."
Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek jî diyar kir ku Kurdistan di bin êrîşek mezin de ye û ciwan û jin bersiva êrîşan bi berxwedanê didin.”
Bavê Dogrû Nasir Dogrû jî wiha got: "Şehîd ê me hemûyan e. Rêya kurê min rêya şeref û namûsê ye. Heta em jî sax bin em ê di vê rêyê de bimeşîn. Em gavekê jî paşde navêjin û em ê têkoşîna wî mezin bikin."
Xwişka Dogrû Tûba Dogrû xwest ku hemû kes xwedî li Sûrê derkevin û birayê wê dema di têkoşîna Sûrê de cih digirt jiyana xwe ji dest da.