Li Farqînê kesek bi giranî birîndar bû

Li Farqînê ku pêkanînên rewşa awarte heye, esnafê bi navê Adnan Bakir, ji ber guleya bombegavê ya hêzên dewletê bi giranî birîndar bû.

Li navçeya Amed Farqînê, ku rewşa awarte û terora dewletê berdewam dike, danê sibehê kesek giran birîndar bû. Li navçeyê qedexeya derketina derve li 3 taxan ev 5 roj in berdewam e û di nav van rojan de li navçeyê 4 kes ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin. Îro jî, li Taxa Tekelê derdora Kaniya Derge, esnafê bi navê Adnan Bakir giran birîndar bû. Bakir, bi parçeyê şarapnelê yê guleya bombeyê birîndar bû. Welatiyan, Bakir destpêkê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û piştî mudaxaleya ewil, ew rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.