‘Ji cihê ku Kader Ortakaya hişt wê têkoşîn bidome’
Endamên TOPG’ê û hêzên demokrasiyê ji bo bîranîna Kader Ortakaya ya li sînorê Kobanê par ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin, li Kadikoy meşeke bîranînê pêk anîn.
Endamên TOPG’ê û hêzên demokrasiyê ji bo bîranîna Kader Ortakaya ya li sînorê Kobanê par ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin, li Kadikoy meşeke bîranînê pêk anîn.
Endamên TOPG’ê û hêzên demokrasiyê ji bo bîranîna Kader Ortakaya ya li sînorê Kobanê par ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin, di yekemîn salvegera qetilkirina wê de li Kadikoy meşeke bîranînê pêk anîn. Di bîranîna ku di bin dorpêça polîsan de pêk hat, endamên TOPG’ê û hêzên demokrasiyê ji Cadeya Halîtaga heta avahiya Kadikoy a HDP’ê meşiyan. Di çalakiyê de soza pêşxistina têkoşîna Kader hat dayîn.
Hêzên demokrasiyê di pêşengiya Hewldana Partiyê ya Azadiya Civakê (TOPG) de di salvegera yekemîn a qetilkirina Kader Ortakkaya ya dema derbasî Kobanê dibû ji aliyê leşkerên Tirk hate qetilkirin, bi bîr anîn. Hêzên demokrasiyê bi meşeke ji Cadeya Halîtaga heta Avahiya Navçeya Kadikoy a HDP’ê ve Ortakkaya bi bîr anîn. Rêxistinên sosyalîst û TOPG xwestin ji pêşiya Peykerê Boga ber bi Avahiya HDP’ê ya Navçeya Kadikoy bimeşin, ji aliyê polîsan hatin astengkirin. Li ser vê, girse ji Cadeya Halîtaga ber bi avahiya navçeyê ve meşiya. Di bin dorpêça polîsan de girse gihişt pêşiya avahiya HDP’ê ya Navçeyê, li vir di kesayeta Kader Ortakkaya de ji bo tevahî şehîdên şoreşê rêz hate girtin.
Li ser navê TOPG Jûlîana Gozen daxuyanî xwend. Gozen bi bîr xist ku salek di ser vê qetilkirina dewletê re derbas bû û wiha berdewam kir: “Hevrêya Kader ji bo avakirina tifaqa dîrokî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd û çîna karkeran ber bi bingehek enternasyonalîst bilind bike, ji ber nasnameya xwe ya komunîst, dema li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê tevlî refên azadiyê yên destanî dibû, bû şehîda şoreşê.”
Piştî daxuyaniyê berdevkên EHP, Jinên Cîhanê, Kaldiraç soza bilindkirina têkoşînê dan. Bîranîn bi dubarekirina gotinên Kader Ortakkaya bi dawî bû.