Li Başûrê Kurdistanê şîdeta li hember jinan zêde bû

Komîsyona Mafê Mirovan a Başûrê Kurdistanê bîlançoya 6 mehan a şîdeta li hember jinan aşkera kir.

Di rapora ku Komîsyona Mafê Mirovan weşand di 6 mehên dawî de li Başûrê Kurdistanê 81 jinan xwe kuştine. Hat diyarkirin ku gelek jinan xwe şewitandine û bûyerên tacîz û tecawizê zêde bûne.

Di raporê de hat ragihandin ku di nav 6 mehan de şîdeta li hember jinê zêde bûye û wiha hat gotin: “Di 6 mehên dawî de li giştî Başûrê Kurdistanê 57 jinan xwe şewitandine, 24 întîxarên bi çek an jî amûrên birînê, 65 bûyerên tacîz û tecawizê rû dane.

Li Hewlerê 12 întixar, 12 kuştin, 41 xwe şewitandin, 3 bûyerê êrîşên cinsî hatin jiyîn, di vê pêvajoyê de ji ber êrîşên cinsî, jinan 255 doz vekirin.

Li Silêmaniyê 11 întîxar, 6 kuştin, 24 ji aliyê kesên din xwe şewitandin, 17 xwe şewitandin û 29 êrîşên cinsî pêk hatin, ji ber êrîşên cinsî, jinan 616 doz vekirin.

Li Dihokê 23 şewitandin, 4 kuştin, 8 întîxar, 10 xwe şewitandin û 21 êrîşên cinsî pêk hat, ji ber êrîşên cinsî, jinan 964 doz vekirin.

Li herêma Germiyan 6 kuştin, 2 întîxar, 7 ji aliyê kesên din şewitandin, 8 xwe şewitandin û 12 êrîşên cinsî pêk hatin, ji ber êrîşên cins jinan 440 doz hatin vekirin.

Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoya Başûrê Kurdistanê bi van dozan, di salê 2 caran encamên bûyerên şîdetê bi raya giştî re parve dikin.