Baskên Til Berak û Hesekê gihiştin hevdu û ber bi Holê ve diçin

Baskên Til Berak û Hesekê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon dane destpêkirin, gihîştin hev.

Baskên Til Berak û Hesekê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon dane destpêkirin, gihîştin hev.

Li gorî ajansa nûçeyan a ANHA’yê şervanên HSD’ê ku 30’ê Cotmehê li başûrrojhilatê Hesekê operasyon dabûn destpêkirin, pêşketina xwe ya ber bi bajaroka Holê ve didomînin.

Hat destnîşankirin ku baskên operasyonê yên Til Berak û Hesekê duryana rêya kevin a ku diçe Şedadê û 2 gund ji çeteyan rizgar kirin.

Her du bask saet derdora 21.40’an de jî Ava Xabûrê derbas kirin û li gundên Til Sirîn û Mesudiyê jî gihîştin hev.

şervanên HSD’ê her wiha gundên Salihiyê, Maswal, Gaziya Mala Îdan, Resm El-Şerqi û Saxil jî dorpêç kirin.

Operasyona ber bi Holê ve didome.