‘Em ê bi pêngavên rêxistinî bersivê bidin êrîşan’

Civîna nirxandina encamên hilbijartinê ya Hevserokên Bajêr ên HDP’ê bi dawî bû.

Civîna nirxandina encamên hilbijartinê ya Hevserokên Bajêr ên HDP’ê bi dawî bû. Di civînê de li hember êrîşan banga hevgirtinê hat kirin û hat diyarkirin ku wê bi pêngavên rêxistinî bersivê bidin hemû êrîşan. Di civînê de pêşniyar hat kirin ku encamên hilbijartinê piştî konferansên xwecihî bi konferansa navendî bên destgirtin û di destpêka Çileyê de jî kongreya navendî bê komkirin.

Civîna hevserokên bajaran a HDP’ê ya piştî hilbijartinan bi dawî bû. Di civînê de bi giranî encamên hilbijartinê ku hat nirxandin bi taybet konsepta şer a AKP’ê ya li Kurdistanê dimeşîne hat destgirtin. Hat diyakirin ku di civînê de li hember polîtîkayên şer û teslîmgirtinê yên AKP ferz dike ji bo rêxistinkirina dînamîka berxwedana gel meyleke cidî çêbûye.

Di civînê de bal hat kişandin ku AKP’ê berî hilbijartinan dest bi manîpulasyonan kir û piştî hilbijartinan jî domand, di vir de xwe ‘serketî’ û muxalefet jî ‘binketî’ îlan kir û xwest teslîm wergire. Di civînê de hate destnîşankirin ku hevgirtineke hê mezintir û bi vê yekîtiyê berxwedan mezintirkirin xala hevpar a civînê bû.

Di civînê de hat diyarkirin ku pêwîst e ‘mekanîzmayên rexnedayinê heta dawiyê bên xebitandin’ lê bi vê jî li hember polîtîkayên hikûmet li ser wan ferz dike jî nêrîne ‘teslîm nebûnê’ derket holê. Tiştê herî zêde li ser hate sekinandin ew bû ku li hember êrîşan divê bi pêngavek rêxistinî bersiv bê dayin. Di civînê de der barê ‘xebatên rêxistinî’ de gelek pêşniyar çêbûn û taybet di demek herî kurt de bi awayekî lezgîn di rêxistinbûyinek herî lezgîn de nêrînên hevpar derketin. Li ser vî esasî jî li her bajar û navçeyê, di belavkirina tevahî wekîlan, endamên Meclîsa Partiyê û Desteya Rêveber a Meclîsê de hevpariyek derket holê.

Her wiha di civînê de pêvajoyên kongreyê hatin destgirtin, ji bo Kongreya navendî ya HDP’ê di destpêka meha Çileyê de pêk bê nêrîn hatin ziman. Di nîqaşan de hat diyarkirin ku beriya kongreya navendî konferansên xwecihî yên encamên hilbijartinan di wan de bên nirxandin pêk werin û ev nîqaşên xwecihî tevlî wan bên kirin herî dawî jî konferanseke navendî were lidarxistin. Piştî konferans û kongreya navendî wê vê carê kongreyên xwecihî çêbibin û pêngava rêxistinî wê temam bibe.

Pêşniyar û nirxandin wê sibe di Civîna Meclîsa Partiyê de bên destgirtin û paşê bi encaman re wê li Desteya Rêveber a Navendî bê destgirtin û ber bi plansaziyekê ve biçin.