Heyeta Başûrê Kurdistanê çû Bexda

Heyetek ji Başûrê Kurdistanê ji bo hevdîtinan çû Bexda.

Di heyeta serokatiya Serokwezîrê hikûmeta Başûrê Kurdistanê de Cîgirê Serokwezîr Qûbat Talabanî û gelek rayedarên PDK’ê jî hene. Heyet piştî tevlî merasîma cenazeyê Damezrînerê Partiya Kongreya Neteweyî ya Iraqê û Serokê Komîsyona Maliyeyê ya Parlamentoya Iraqê Ehmed Çelebî bibe wê bi hikûmeta Iraqê re hin hevdîtinan pêk bîne.

Şêwirmendê çapemeniyê yê Barzanî Samî Ergoşî ragihand ku wê heyet piştî merasîma cenaze bi Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî re hevdîtinê pêk bîne.

JI 2014’AN VE ALOZÎ SERWER BÛ

Ji 2014’an ve di navbera rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê di mijarên îxracata petrola Başûrê Kurdistanê li ser Tirkiyeyê û peymana firotinê ya bi Tirkiyeyê re ji bo 50 salan, alozî heye. Rêveberiya Bexdayê ev peyman kir hincet û ji butçeya salane ya ji sedî 17’an hin para Herêma Federal a Kurdistanê qutkirin kir.

Rêveberiya Herêma Federal ji bo aloziya aborî ya sala 2015’an aşkera bibû, qûtkirina butçeyê ya rêveberiya Bexdayê kiribû hincet.

WÊ ÇI BAXIFIN?

Heyeta ku serokatiya wê Neçîrvan Barzanî dike di hevdîtinên bi Bexdayê re tê texmînkirin ku wê mijarên qutkirina butçeyê, îxracata petrolên herêmê, pêşeroja Kerkuk û Mûsil ên di çarçoveya xala 140. de statuyên wan nediyar hatibûn hiştin, têkoşîna bi DAIŞ’ê re û îxtîmalên operasyonên Mûsilê biaxifin.

ÎFLASA SIYASETA PETROLÊ YE?

Di mijara îxracata petrolê de ev rûniştina Başûrê Kurdistanê û Bexdayê ji aliyê gelek nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedaran ve wek îflasa siyaseta petrolê ya Herêma Federal tê nirxandin.