Polîsên Tirk êrîşî taxa Fîskaya dikin

Tîmên tevgera taybet danê vê sibehê êrîşî êrîşî taxa Fîskaya kirin. Gel li hemberî êrîşê daket kolanan.

Li dû navçeyên Farqîn û Sûrê, polîsên tevgera taybet êrîşî tax Fîskaya ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê kirin. Polîsan di êrîşê de guleyên rastî bi kar anîn. Şêniyên taxê li hemberî êrîşa polîsan daketin kolanan û dest bi berxwedanê kirin. Taxa bi wesayîtên zirxî yên bi tîpa ûral, akrep û kobra hatiye dorpêçkirin. Rêya ber bi Zanîngeha Dîcleyê jî ji aliyê polîsan ve hatiye girtin.

Li ser taxê jî helîkopter digere.