FAU: Di êrîşan de sivîl hedef hatin girtin

Weqfa Mîmaran a Lezgîn (FAU), tevî şaredarên endamên GABB'ê, zerara ku êrîşên dewleta Tirk dane Amed, Farqîn û Cizîrê, li cih lêkolîn kir.

Weqfa Mîmaran a Lezgîn (FAU), di navbera 24-28'ê Cotmehê de li Amed, Farqîn û Cizîrê ku rastî êrîşên dewleta Tirk hatin, lêkolîn kir. Weqfê piştî lêkolînê daxuyanî da û diyar kir ku tevî qedexeya derketina derve, hilweşîn li gelek taxan di asteke gelekî cidî de ye.

Weqfa Mîmaran a Lezgîn (FAU), tevî şaredarên endamên GABB'ê, zerara ku êrîşên dewleta Tirk dane Amed, Farqîn û Cizîrê, li cih lêkolîn kir.

FAU, gelek taxên Amed, Farqîn û Cizîrê yên rastî êrîşa hêzên dewletê hatin, ziyaret kir. Di encama lêkolînê de hat tespîtkirin ku bi çekên sivik, mîtralyoz û bi çekên giran gule li avahiyan hatine reşandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li herêmên sivîlan ên li bajêr, pêkanîna van êrîşan hewldan û tevgerên şer e" û hat destnîşankirin, ku zerar bi giranî li hin taxan rû daye. FAU da zanîn ku ji rewşa avahiyan û çekên hatine bikaranîn tê fêmkirin ku sivîl hedef hatine girtin û hatine kuştin.