Ji damezrînerên THKO Gulay Unuvar Ozdeş li Stockholmê hat bîranîn
Yek ji jinên pêşeng ên Tevgera 68'an û ji damezrînerên THKO Gulay Unuvar a ku di 20'ê Cotmehê de ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da, li paytexta Swêd Stockholmê ku bi qasî bîst û pênc salan lê jiya, hat bîranîn.
MÛRAT KÛSEYRÎ
STOCKHOLM / ANF
yekşem, 8 sermawezê 2015, 07:06
Yek ji jinên pêşeng ên Tevgera 68'an û ji damezrînerên THKO Gulay Unuvar a ku di 20'ê Cotmehê de ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da, li paytexta Swêd Stockholmê ku bi qasî bîst û pênc salan lê jiya, hat bîranîn.
Di merasîma bîranînê ya li salona Navenda Perwerdeyê ya Karkeran (ABF) de, wêneyên Unuvar li ser maseyekê hatin bicihkirin û dora wêneyan bi gul û findan hat xemilandin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Unuvar û hemû cangoriyên şoreşê yên di têkoşînên rizgariya neteweyî de jiyana xwe ji dest dane, wêneyên Unuvar ên ji çalakiyên dijberiya globalbûyîn û kapîtalîzmê yên li Swêd û welatên cuda yên Ewropayê, li ber sirûdên bi zimanên cuda hatin nîşandan.
Di bîranîna ji aliyê 'Tevna Rêxistinên Jinê' û 'Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê' ve hat organîzekirin de, Midûrê Estîtuya Estetîk û Çandê ya Zanîngeha Stockholmê Per Olof Mattson axivî. Mattson diyar kir ku ji roja hatina Swêdê û pê ve 25 salan wê Unuvar nas dikir û anî ziman ku Unuvar a ji aliyê hînbûna ziman ve bi huner bû, di demeke kurt de hînî zimanê Swêdî bûye.
Per Olof Mattson ragihand ku Unuvar, tevî siyasetê bala xwe dida ser huner û wêjeyê jî, li ser têkoşîn û jiyana Nazim Nîkmet û Pablo Nerûda şevên çandî bi rêxistin dikir û ew bi xwe jî vedixwend van şevan.
Şanoger Serpîl Înanç da xuyakirin ku wê Unuvar di sala 1967'an de di dema zanîngehê de nas kiriye û diyar kir ku Unuvar lîdereke gelekî aktîf a ciwanan bû û wan di salên 1980'î de hevdu careke din li Stockholmê dîtine.
Hans Graffstrom anî ziman ku di jiyana xwe de ji bilî Unuvar ti mirovên sînor nas nedikirin nedîtiye û got, "Gulay timî li dijî zexta çînî, etnîkî, nîjadî û zayendî têdikoşiya. Ez û em hemû, em ê Gulan mîna hevrêyeke xwe ya têkoşer û bedew bibîr bînin."
Gunnar Westîn ragihand ku bi Unuvar re ew beşdarî gelek xwepêşandanên dijberiya globalbûyînê yên li Ewropayê bû û got, "Ji aliyê teorîk û pratîkê ve gelek tişt jê hîn bûm. Şervaneke nedibetilî û bi bawer bû."
Merasîma bîranînê bi nîşandana kurtefîlmekî li serî jiyan û têkoşîna Unuvar a ji aliyê qenala televîzyonê ya Hayat ve hatibû amadekirin, bi dawî bû.