Terqerêya Şeddadê û du gund hatin rizgarkirin

Hêzên HSD’ê yên ber bi xeta Hesekê ve pêşve diçin di saetên şevê de terqerêya diçe Şeddadê û du gund ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Hêzên HSD’ê yên ber bi xeta Hesekê ve pêşve diçin di saetên şevê de terqerêya diçe Şeddadê û du gund ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Îro ber bi şevê ve baskê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ê ber bi xeta Hesekê ve pêşve diçe, terqerêya kevin a diçe Şeddadê û gundên Til Sirîn û Recim Seyran rizgar kirin.

Pêngava şervanên HSD’ê ya li bejahiya başûrê Hesekê di roja 8. de bi hemû leza xwe berdewam dike, ji şevê din ve herî kêm 54 çete hatine kuştin û gundê Hevesat ji çeteyan hatibû rizgarkirin.