Li bajarê Îtalya Alessandrîayê civînek li ser Rojava hat lidarxistin.
ANF
ALESSANDRÎA
yekşem, 8 sermawezê 2015, 08:40
Li bajarê Îtalya Alessandrîayê civînek li ser Rojava hat lidarxistin. Di civîna li komeleya 'Ber bi Kurdistanê ve' hat lidarxistin de, serokê komeleyê Antonîo Olîverî û nûnerên saziyên Îtalî amade bûn.
Beşdaran bal kişandin ser berxwedana Şoreşa Rojava û ji bo desteka însanî banga alîkariyê kirin.
Di civînê de xizmên gerîlayê HPG'ê Salman Talan ê li Şengalê jiyana xwe ji dest da, amade bûn. Ji malbata Talan de plaketa bi nivîsa "Ji şervanê azadiyê Salman Talan re" hat dayîn.
Ji bo bîranîna Talan, navê komeleyê weke "Ber bi Kurdistanê ve-Salman Talan" hat guhertin.